YPJ pergaleke azadîxwaz a jinan dixwaze

  • 09:03 16 Hezîran 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA –YPJ, ji destpêka  damezrandina xwe ve bandorek girîng li ser hemû beşên civakê kiriye, di avakirina pergala azadîxwaz a jinan de û sazûmankirina modela hevserokatiyê de roleke diyarker lîstiye.
 
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi şoreşa jinan re derketiye holê û li herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, li ser bingeha xweparastinê dest bi xebatê kiriye. Bi demê re, ne tenê li Rojava, li gelek deverên Sûriyeyê jî bandora xwe kiriye. YPJ, beşdarî pêşxistina modelek rêveberiyê ya li ser bingeha xweparastinê, rêxistina civakî û rizgariya jinan pêşve çû. Bandora zêde ya YPJ'ê li ser vê erdê rê li ber avakirina modelek rêveberiyê ya li ser bingeha bixwebaweriya civakê, di serî de a jinan, li dijî atmosfera tirsê ya ku ji hêla rejîma BAAS'ê ve hatî afirandin vekir.
 
Jin ne tenê şervan in ew hemû qadên jiyanê ne
 
YPJ bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê li Kobanê di salên 2014-2015'an de mohra xwe li dîrokê da. Ji wê demê ve, bandora wê li qadan bi berdewamî berfireh bûye. YPJ ku di rizgarkirina gelek bajaran ji destê DAIŞ'ê de roleke girîng lîst, di nav de Reqa, Menbîç û Dêra Zorê jî, pêşengiya têkoşîna azadiya jinan kir.
 
Berî şoreşa jinan, ewlehî, siyaset û rêveberiyên herêmî yên li herêmê bi piranî ji hêla mêran ve dihatin rêvebirin. Bi YPJ'ê re, xuyabûna jinan di qada giştî de pir zêde bû. Jin ne tenê wekî şervan, di heman demê de di rêveberiyên herêmî, şaredariyan, saziyên ewlehiyê û avahiyên civakî yên cûrbecûr de jî dest bi xebatan kirin û roleke çalak lîstin. YPJ'ê piştgiriyek girîng da, bi taybetî di bicîhanîn û sazûmankirina modela hevserokatiyê de.
 
Akademiyên Jinan, meclis û yekîneyên ewlehiyê
 
Bandora YPJ'ê ne tenê bi qada leşkerî ve sînordar bû. YPJ, bi beşdarbûna di zêdekirina xuyabûna jinan di jiyana civakî û mekanîzmayên biryardanê de, bû pêkhateyeke girîng a pergala Rêveberiya Xweser a ku ji hêla jinan ve hatiye avakirin.
 
Ev têgihîştin bi giranî ji hêla konfederalîzma demokratîk û paradîgmaya rizgariya jinan a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve hatî pêşxistin ve pêk hat. Ji ber vê yekê, YPJ bi armanca afirandina modelek civakî ya alternatîf di şert û mercên şer de tevgeriya. Di nav pergala rêveberiya herêmî ya li Rojava de, meclisên jinan, akademiyên jinan û yekîneyên ewlehiya jinan hatin damezrandin.
 
Li Kobanê dîrok hat nivîsandin
 
Her çend bandora YPJ'ê li ser erdê ji bajarekî bo bajarekî cûda bû jî, yek ji mînakên herî berbiçav berxwedana Kobanî bû. Berxwedana li dijî DAIŞ'ê di salên 2014-2015'an de navê YPJ'ê li cîhanê belav kir. Têkoşîna li Kobanî bû sembola hêza xweparastinê ya jinan.
 
Pêkhateyek ku nasnameyên etnîkî yên cuda lê têne rêxistin kirin
 
YPJ ku li bajarên wekî Serêkaniyê, Minbic, Reqa û Dêra Zorê pêşengiya têkoşîna azadiya jinan kir, ji bo rêxistinkirina jinên ciwan ên ji gelên cuda jî  zemînek ava kir.
 
YPJ ku ji jinên xwedî nasnameyên cihêreng pêk tê, bûye platformek ji bo rêxistinkirin, hişyarkirin û kifşkirina xwe ji bo jinên ji gelek deverên cîhanê û  bi taybetî jî yên Ewropayê.
 
Helwesta YPJ'ê li hember Êrîşên HTŞ'ê
 
Piştî dagirkirina Şamê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve di 8'ê Kanûna 2024'an de, HTŞ û komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, ji krîza li Sûriyeyê sûd wergirtin, di 6'ê Çileyê de li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên piraniya  wan Kurd li Helebê êrîş dan destpêkirin.
 
YPJ'ê careke din pêşengiya berxwedanê kir da ku civakê, bi taybetî jin û zarokan, li hember van êrîşan biparêze. Gelek jinên ku hêza xwe ji YPJ'ê girtin, li ser bingeha parastinê xwe bi rêxitin kirin û tevli têkoşînê bûn.
 
Bûyera ku şervanek jin di dema êrîşên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye de ji qata sêyemîn hate avêtin, li çaraliyê cîhanê bû sedema nerazîbûnên berfireh.