ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 15 Hezîran 2026
  • Rojev
 
*Têkoşîna azadiya jinan nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê rastiyek rojane ne, lê di heman demê de rastiyek dîrokî ye. Di pêvajoyekê de ku bi jiholêrakirina pêşengiya civakî ya jinan dest pê kir, sîstemên serdest hewl dan ku rastiya li ser jinan bi rêya gelek amûran, ji mîtolojî û olê bigire heta sembol û kodên çandî, nedîtî bikin. DOSYA 
 
*Di şerê giran ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jiyîn de jinan tenê mexdûrbûna şer an jî aliyê ku parastinê dipê red kirin û di qadên parastina cewherî de cih girtin. Avabûna YPJ’ê jî ji hewcedariya ewlehiyê ya derketiye holê wêdetir, di esasa paradîgma azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de teşe bû û wek modeke rêxistibûnê ya nû hebûna xwe ava kir. DÎMEN HEYE 
 
*Asiye Kolçak û Burcu Çelîk yên di ‘Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ axivîn diyar kirin ku divê polîtîkayên înkarê bidawî bin û got Komara Demokratîk bi tevlibûna jin, ciwan û aliyên civakî dikare bê avakirin, aştî jî bi ewlehiya welatîbûna wekhev û ewlehiya destûra bingehîn pêkan e.  DÎMEN HEYE 
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan da zanîn ku bi giştî nefeqe hezar û 700 e û ji sedî 66’ê jinan nefeqeyê nagirin. Esra Çîçek Mercan wiha got: “Dewlet li şûna van çareser bike, nefeqeya destê jinan jê digire.” DÎMEN HEYE