Ji Îzmîrê bang kirin: Em dest ji mafê nefeqeyê bernadin!

  • 21:28 9 Hezîran 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistinên jinan û femînîstên li Îzmîrê, li dijî 12’emîn Pakêta Darazê ku mafê nefeqeyê dike hedef meşiyan û diyar kirin ku nefeqe ne lûtif e, bedela keda wan a bi salan e.
 
Femînîst û nûnerên rêxistinên jinan ên li Îzmîrê, ji bo şermezarkirina hewldanên betalkirina mafê nefeqeyê û xalên di 12’emîn Pakêta Darazê de, çalakiyek li dar xistin. Jinên ku li pêşiya Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê civiyan, di bin dorpêça polîsan de berbi Navenda Çandê ya Turkan Saylan ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Nafaka maf e” û “Hebûna LGBT+an nayên astengkirin” hatin hilgirtin. Jinan di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna me ya jinan” berz kirin. Li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hacer Yeşîlçay ve hat xwendin.
 
‘Armanc bêmaf hiştina jinan e’
 
Hacer Yeşîlçay destnîşan kir ku êrîşên li ser mafê nefeqeyê, qedexeyên li ser medyaya dîjîtal û gotinên nefretê yên li dijî LGBTÎ+yan, hemû encama heman hişmendiya siyasî ne û got: “Armanca bingehîn a van rêziknameyan ew e ku jinan, zarokan û mûxalifên civakî bixin bin kontrola desthilatdariyê û îtaetkar bikin. Hişmendiya heyî hiqûqê ne ji bo parastina mafan, lê ji bo sêwirandina civakê li gorî îdeolojiya xwe bi kar tîne.”
 
‘Nafaka ne lûtif e, bedela keda jinan e’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê Hacer Yeşîlçay bal kişand ser nîqaşên li ser “nefeqeya heta hetayê” û got: “Ev îdia rastiyê nîşan nadin. Nefeqeya xizaniyê bi şert û mercan ve girêdayî ye û gava şert biguherin diqede, lê desthilatdarî bi zanebûn xizaniya jinan vedişêre. Nefeqe ne lûtfek e. Nefeqe encam û bedela keda nexuya ya malê, xizmeta zarok, kal û pîran e ku jinan bi salan bê sîgorta û bêpere hiştiye”
 
‘Zextên li ser medyayê û zarokan nayên qebûlkirin’
 
Hacer Yeşîlçay bal kişand ser xalên pakêtê yên derbarê zarokan û qadên dîjîtal de jî û diyar kir ku nêzîkatiyên cezakirinê yên li bendeva zarokan fikarên wan mezin dikin û got: “Em li vir careke din radigihînin; em dest ji mafê xwe yê nafakayê bernadin. Em li dijî polîtîkayên ku mafên LGBTÎ+an dikin hedef bêdeng namînin. Ji ber ku em dizanin me mafên xwe bi têkoşînê bi dest xistine. Em dest ji jiyana xwe, ji hevdu û ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.