'Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin'

  • 13:50 9 Hezîran 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nexşereyek ji bo pêvajoyê daniye û got: “Heyeta me jî bi AKP'ê re hevdîtin kir û xwest demildest çarçoveya qanûnî bê çêkirin. Beriya Meclîs bikeve batlaneyê divê çarçoveya qanûnî bê çêkirin.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî.
 
Tulay Hatîmogullari xwest êrişên li ser welatiyên Elewî bên rawestandin û daxwazên Elewiyan wiha anî ziman: “Divê êrişên li ser Elewiyan rawest e. Divê NY û qada navneteweyî bikeve nava hewldanê. Her wiha Tirkiye û Şam di nava danûstandinan de ne. Divê Tirkiye ji Şamê bixwaze ku ev êriş bên rawestandin. Em bang li qada navneteweyî dikin ku xwedî li Elewiyan derbikevin. Elewî êdî naxwazin li vê erdnîgariyê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin.”
 
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryara batalkirina mafê nafakayê û wiha got: “Ev biryar encama daxuyaniyên nêzî desthilatê yên li dijî nafakayê û provakasyonên li dijî nafakayê hatiye girtin. Ev dijminatiya li dijî jinan e. Di serdemeke ku xîzaniya jinan zêde dibe û kuştinên jinan zêdetir dibe de desteserkirina mafê nafakayê nayê qebûlkirin. Di heman demê de êrişa li dijî destkêftiyên jinan e. Niha jî bi pakêta darazê ya 12emîn mafê zarokan binpê dikin û newekheviya zayendî jî kûrtir dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin; destkêftiyên jinan nabin mijara bazariyê û em dev ji destkêftiyên xwe bernadin. Bi şiara Jin jiyan azadî em ê têkoşîna jiyanê mezintir bikin.”
 
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Hinek sermayeya xwe mezin dikin û welatî jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her roj zêdetirî 26 hezar dosyeyên îcrayê diçin saziyên berpirsyar. Ev reqamên xîzaniya welatiyan e û birçîbûnê ye. Tirkiye di enflasyona tiştên xwarinê de di hejmarên yekemîn de ye. Tirkiye ku welatekî çandiniyê ye cotkar deyndar in û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Em li vir dipirsin; welatiyên bi çandiniyê debara xwe dikin dê çi bikin? Rewşeke xirab heye. Lê em li dijî vê rewşê serê xwe nakin ber xwe. Em ê li ber xwe bidin. Em ê rêxistina xwe mezin bikin û bi berxwedanê em ê mafên xwe bidestbixîn. Weke mînak Karkerên Madenê bi berxwedanê mafên xwe bidestxistin.”
 
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza hiqûq û demokrasiyê jî kûrtir dibe û ev yek anî ziman: “Îro biryara ‘Batalkirina teqez’ a li ser CHPê di heman demê de dîzaynkirina siyasetê ye. Dixwazin desthilata xwe xurttir bikin û ji bo qada demokrasiyê xetereyan derxînin. Divê hemû partî bi vîna xwe rêveberiya xwe diyar bike, ne bi destê darazê. Li dijî sepanên demokratîk em bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin dikin ku têkoşîna hevpar xurttir bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”
 
Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî anî ziman ku çarçoveya qanûnî mîsogeriya pêvajoyê ye û wiha got: “Neavêtina gavan baweriya aliyan qels dike. Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî, nabe ku bi van hesabên erzan sînordar bikin. Ev pêvajo dîrokî û civakî ye. Ji bo wê jî divê ev çarçoveya qanûnî bi awayekî ku hemû civakê bigire nav xwe pêk were. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tengkirina maf û demokrasiyê lê berovajî wê pêdivî bi qanûnên demokrasiyê heye.”
 
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku divê beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûnên pêwîst bên çêkirin û ev nirxandin kir: “Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan nexşereyeke nû danîbû. Heyeta me jî bi AKPê re hevdîtinek kir û xwest çarçoveya qanûnî demildest bê amadekirin. Divê heta Meclîs nehatiye girtin ev qanûn bên çêkirin. Divê çarçoveya qanûnî zemîna demokrasiyê ava bike û zemîna biratî û aştiyê xurt bike. Ev qanûn divê encamên hiqûqî bi xwe re bîne. Piştî çarçoveya qanûn ji bo avakirina pêvajoyê mekanîzmayên pêvajoyê mîsoger bikin bê amadekirin. Gava sêyemîn jî divê teqez rol û mîsyona birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û şertên wî bên guhertin û başkirin. Ji bo vê jî berpirsyarî ya desthilatê ye. Ji ber ku ji bo ev qanûn bê çêkirin divê desthilat erê bike. Divê desthilat berpirsyarî bigire ser milê xwe û pêvajoya çêkirina qanûnan bide destpêkirin. Her ku pêvajo tê dirêjkirin pirsgirêk jî mezintir dibin. Me tu car dev jî aştiyê berneda. Divê em bêtir xwedî li aştiyê derbikevin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Heke em hemû beşên civakê dengekî hevpar ji bo aştiyê derxînin dikarin gavan bi desthilatê bidin avêtin. Em ê teqez dîroka aştiyê binivisînin. Teqez aştî dê bi ser bikeve. Em ê aştiyê bînin. Em soz didin ku ji bo vê em ê tu carî bi paş ve gav neavêjin.”
 
Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk a ku dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin û got: “Ji aliyê rewşênbîr, nivîskar û kesayetan ve ev konferans tê lidarxistin. Em ji bo aştî û demokrasî xurttir bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”