Jin ji bo Gulden Komurcu meşiyan

  • 15:07 24 Gulan 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Di meşa ku ji bo Gulden Komurcu ya ku li Bazîdê ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hat qetilkirin de, soza têkoşînê hat dayîn.
 
Li navçeya Bazîd a Agiriyê, ji bo Gulden Komurcu ya ku di 20’ê Gulanê de ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve bi çeke hat qetilkirin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin bal hev, heta Kolana Mem û Zînê meşiyan. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, endamên meclisên jinan û gelek welatî tevli meşê bûn. Di çalakiya ku pankarta "Kuştina jinan polîtîk e" hat hilgirtin de, dirûşmên "Mêr dikuje dewlet diparêze" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
 
Berdevka TJA'yê ya Agiriyê Dîlan Başboga ya ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku ew ji bo qetilkirina Gulden Komurcu û îfşakirina pergala ku faîlan cesaret dike li qadan in. Dîlan Başbogayê anî ziman ku kuştina jinan ne bûyerên şexsî ne û ev tişt got: "Her roj jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên kuştin, mekanîzmayên parastinê yên dewletê naxebitin, giliyên tên kirin li ber çavan nayên girtin, biryarên dûrxistinê nayên sepandin û faîl jî bi bêcezabûnê tên xelatkirin. Nêzîkatiya ku li şûna parastina mafê jiyanê yê jinan, malbatê pîroz nîşan dide û jinan neçarî îtaetê dike, zemîna van qetlîaman xurt dike. Zêdebûna kuştina jinan a piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê, bi aşkerayî nîşan dide ku polîtîkayên dijminatî li jinan dikin, çawa encamên kujer diafirînin."
 
Dîlan Başboga anî ziman ku her nêzîkatiya ku pergala serdestiya mêr diparêze şirîkê vê sûcî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pirsîna hesabê Gulden Komurcu û hemû jinên ku qetilkirin, wê ji aliyê me ve berdewam bike. Ji bo sepandina bi bandor a qanûnên ku jinan diparêzin, ji bo dawîanîna li bêcezabûnê, ji bo avêtina gavên şênber û lezgîn û ji bo ku Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê, em ê têkoşîna xwe xurt bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.