Vîrûsa Ebolayê belav dibe
- 12:47 24 Gulan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber vîrûsa Ebolayê de bi kêmanî 177 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê bi kêmanî 177 mirinên ku tê fikirîn bi vîrûsa Ebolayê re têkildar in hene û heta niha nêzî 750 bûyerên gumanbar hatine tespîtkirin. Li Ugandayê jî pênc bûyerên piştrastkirî û du mirin hatin qeydkirin.
WHO’yê roja Îniyê li Komara Demokratîk a Kongoyê asta rîskê wekî “pir bilind” û di asta herêmî de jî wekî “bilind” destnîşan kir, lêbelê diyar kir ku rîska vîrûsê di asta cîhanî de kêm e. WHO’yê hişyarî da ku dibe nexweşiyên ji ber Ebolayê zêde bibin û destnîşan kir ku ji bo vîrûs belav nebe, divê di nav welat de tevdîr werin girtin û bi welatên cîran re hevkarî bê kirin.







