ROJEVA 24'Ê GULANA 2026'AN

  • 09:00 24 Gulan 2026
  • Rojev
 
* Jinan bertek nîşanê biryara "Butlana mutleq" a li hember 38'emîn Kongreya Asayî ya CHP'ê û polîtîkayên qeyûm dan. Li Stenbolê partiyên siyasî û rêxistinên jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn. BI DÎMEN 
 
* Girava Çarpanak ku yek ji bedewiyeke mezin a xwezaya Wanê ye, bi heybeta xwe mirovan heyran dihêle. BI DÎMEN 
 
* Ayşe Surucu balkişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û got: “Pêşketina pêvajoyê girêdayê sererastkirinên qanûnî, meşandina siyaseta demokratîk a gerîlayan, berdana girtiyan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Statuya ji bo Abdullah Ocalan bê dayîn wê ji bo gel jî bê nasîn.” BI DÎMEN 
 
* L.F. ya ku ji aliyê kiryar Alî Gezîcî ve rastî tacîz û tundiyê hat, bal kişand ser wê yekê ku cihên jiyanê yên jinan ne ewle ne û got, “Gel min parast, ne dewletê” û bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê. BI DÎMEN