Konferansa Yekîtiya Demokratîk dê li Amedê were lidarxistin
- 11:39 21 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê 26'ê Nîsanê roja Yekşemê li Amedê konferansekê li dar bixe.
Konferansa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê organîzekirin, dê siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din bîne cem hev.
Konferans dê li Hola Konferansê ya Alî Emrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were û dê ji saet 09:00'an heta 17:00'an bidome.







