Dayikên Aştiyê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin
- 14:40 17 Nîsan 2026
- Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê yên ji Wanê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama "Em ê rêberê xwe vegerînin" dan.
Li Wanê, ji bo amadekariya meşa 19'ê Nîsanê ya ber bi Gemlîkê ve, ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve tê organîzekirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, ji avahiya bajarê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) heta Parka Mûsa Anter meşek hat lidarxistin. Girseya ku dixwest bimeşe, rastî astengiya polîsan hat. Koma ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin, bi dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" nerazîbûn nîşan da. Tevî astengiyan jî, girseyê meş pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî meşê bûn.
Dayikên Aştiyê li dij astengiyê wiha gotin, "Çi bi serê me de bînin jî, em natirsin. Hûn hezar in, em sed in, lê em ê li ber we serî netewînin. Em ê her tim berxwedana xwe bidomînin. Em ê rêberê xwe vegerînin."
Piştî meşê, koma hat gel hevdu li otobusekê siwar bû û ber bi Gemlîkê ve çû.







