Qêrîneke gerdûnî: Elefterîa Fortulakî
- 09:02 19 Adar 2026
- Rojane
Semiha Alankuş
NAVENDA NÛÇEYAN - Elefterîa Fortulakî ku navê wê tê wateya ‘azadiyê’ bi agirê Newrozê re di têkoşîna gelan de veguherî qêrînek global û bû sembola rihekî ku xwe ji bo wekheviya gelan feda kiriye.
Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejn e, di heman demê de îlana vejîn û hebûnê ye. Gelê Kurd tevî zext û înkara bi sedsalan e didome, bêyî ji xwe tiştekî winda bike Newroz heta îro anî. Tenê gelê Kurd, ji Rojhilata Navîn heta Kafkasan li erdnîgariyek berfireh bi wateyên cuda tê venasîn û wek cejn tê pîrozkirin
Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e û jinên Kurd li gorî her demê xeta têkoşînê diyar kirine. Wek Bînevş, Zekiye, Rahşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Elefteriya… Her yekê bi agirê Newrozê ji bo azadîiya gel û hemû gelan bedena xwe dan ser têkoşînê. Wan tenê çalakiyeke şexsî pêk neanî; wek jinên ku xeta dîrokê jî guhertine tên zanîn. Yek ji wan jî Elefterîa Fortulakî bû.
‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e’
Elefterîa Fortulakî ya ji Yewnanistanê bû navê xwe yê bi zimanê wê yê dayikê tê wateya ‘azadiyê’ bi rihê Newrozê kir yek. Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Çalakiya Elefteriyayê di heman demê de îfadeya ku têkoşîna azadiya Kurd bûye gerdûnî jî ye. Elefteriya Fortulakî di nameya li pey xwe hişt de got: “Azadiya Rêber Apo û gelê kurd azadiya hemû cîhanê ye.” Bi van gotinên xwe balkişand ser rizgariya hemû gelan.
‘Ez wek welatê xwe ji Kurdistanê hez dikim’
Elefteriya Fortulakî beriya ku çalakiya xwe pêk bîne nameyek nivîsî û di nameyê de armanca xwe çima çalakî pêk aniye bi van gotinan îfade kiribû: “Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye."
Elefteriya Fortulakî di nameya xwe de diyar dikir ku çalakiya xwe ne roja Newrozê çend roj piştî Newrozê pêk aniye û ev hinek dereng bûye. Elefteriya bi çalakiya xwe ya ku dereng dinirxîne, mohra xwe li dîrokê dide. Elefteriya ku 3 rojan piştî Newrozê çalakiyê pêk tîne di 27’ê Adarê de jiyan a xwe ji dest dide û li pey xwe xeteke azadiyê ya jinan a û gelan a enternasyonal dihêle.








