ROJEVA 19'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 19 Adar 2026
- Rojev
*Elefterîa Fortulakî ku navê wê tê wateya ‘azadiyê’ bi agirê Newrozê re di têkoşîna gelan de veguherî qêrînek global û bû sembola rihekî ku xwe ji bo wekheviya gelan feda kiriye.
*Jinan diyar kirin ku Newroz di alî dîrokî de roja berxwedan û têkoşînê ye û gotin yekitiya li qadan piştevaniya şoreşgerî ya li dijî zaliman e. DÎMEN HEYE
* Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stnebolê sultan Bozkurt der barê Newrozê de axivî û got: “Newroz ne tenê pîrozbahiye, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê xwe îfadekirine . Ev Newroz, Newroza xwedîderketina li azadî û nasnameyê ye.” DÎMEN HEYE
*Jinên Semsûrî diyar kirin ku divê li dijî qetilkirinên jinan rêxistinbûn bi saziyên jinan sînor nemîne û wiha gotin: “Divê em piştgiriyê bidin hev. Em tu carê dest ji têkoşîna xwe bernadin, em bêdeng namînin.” DÎMEN HEYE
*Kongra Star berî bi du rojan bi dirûşma " Werin em bi hev re têkoşînê bidin, ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de" konferansek li dar xist. Di konferansa hat lidarxisitn de jinan diyar kir ku ji bo destkeftiyên xwe wê heta dawî têkoşînê bidin û di destura nû de cihê xwe bigrin. DÎMEN HEYE
* Ji bo Newroza Amedê ku 21’ê Adarê dê pêk bê endama Komîteya Amadekar a Newrozê Demet Ceylan bangewazî kir û got werin daxwaz û peyamên xwe bi hevre qîr bikin. DÎMEN HEYE
*Jinan diyar kirin ku Newroz wateya azadî, berxwedan û yekitiyê ye û daxwaza aştiyê dubare kirin. Jinan gotin wê 22’yê Adarê de li qadan bin. BI DÎMEN
*Dayika Aştiyê Behiye Yalçin bîranînên xwe yên pîrozbahiyên Cejna Newrozê, ku ji demên berê ve bi berxwedan, coş û kelecanê hatine nîşankirin, vegot û got ku Newroz ji bo wê rojek pîroz e û ev roja pîroz serhildanekê jî bi xwe re tîne. BI DÎMEN







