Rapor ne dawiye destpêke: Ji bo hemwelatîbûna wekhev sererastkirin divê

  • 09:02 18 Adar 2026
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ebru Demîrtepe rapora komîsyona meclîsê nirxand û got: “Rapor ne dawiye an jî encameke, rapor destpêke. Di esasa welatibûna wek hev de divê sererastkirin bên kirin. Mafê hêviyê ji bo me di nokteya felsefîk, ji bo Aştî û Civaka Demokratîk gelek girîng e. Divê her kes berpirsyariyê bigire.”
 
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" de salek derbas bû û di pêvajyê de gelek pêşketin hatin jiyîn. Yek ji van pêşketinan, rapora 110 rupelî ya Komîsyona Piştevaniya Mîllî, Xwişk-Bira û Demokrasiyê ya li Meclîsê hat avakirinê bû. Rapora ji 7 beşan pêk dihat di alî avêtina gavên şên ber de qelsî dihewand û li aliyê din jî di nokteya ku meclîs gavek hiqûqî bavêje de wek destpêk tê nirxandin.
 
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ebru Demîrtepe, der barê raporê de nirxandin kir.
 
‘Rapor ne dawiye, destpêke’
 
Ebru Demîrtepe rapor nirxand û wiha anî ziman: “Rapora meclîsê, der barê ku mijarên têkildarî pirgirêka Kurd digire dest, di vî alî de gavên şênber davêje de, tişteşî zelal û teqez nayne. Di vî alî de raporeke ku ji rexneyê re vekiriye û di gelek aliyan de neyînî tê nirxandinê ye. Lê di vê pêvajoya em tê de, rapor di nokteyek girîng de ye. Ji ber rapor ne dawiya an jî encameke. Rapor destpêka. Ji ber sedema ku rapor gavên erênî jî pêşniyar dike û bi rexneyan re di asta ewil de em vê raporê girîng dibînin. Der barê mafê hêviyê de tu tiştek derbas nabe. Ev kêmasiye. Ji ber di pêvajoyê de bendewariya herî mezin mafê hêviyê ya ji bo Birêz Ocalan û avêtin gavên şênber bû. Yek ji hewcedariyên pêvajoyê jî ev bû ku divê zimanê gotinê biguhere.”
 
‘Di esasa welatîbûna wek hev de sererastkirin’
 
Ebru Demîrtepe daxuyakirin ku  di pergala heyî de aliyên kêmar, gelê Kurd û muxalîf di plana dawî de tên hiştin û got li gorî rihê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin û wiha bi lêv kir: “Gelek pêkanînên dij-demokratîk hene. Ji bo pêşî li van bên girtin gavê herî şênber di destura bingehînde guhertin kirine. Divê destura bingehîn ji pênaekirineke etnîk durbikeve.  Divê pêvajo veguheze zemîneke hiqûqî. Di pêvajoyê de rêxistinê xwe fesh kir. lê em dibînin ku tu bandor li darazê nekiriye. Divê êdî meclîs gavên şênber bavêje. Divê di esasa welatibûna wekhev de ku Kurdan eleqeder dike sererastkirinên qanûnê bên vekirin.”
 
‘Bêyî sererastkirina qanûnî divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Ebru Demîtepe her wiha balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û bi şewitandina înfazên girtiyên nexweş re astengkirina tahliyeyan û daxuyakirin netahliyekirina girtiyên nexweş di alî pêvajoyê de kêmasiyeke û got: “Divê demidlest girtiyên nexweş bêyî ku sererastkirin bên kirinbênb erdan.  Em ji bo hemû girtiyan û Birêz Ocalan daxwaz dikin ku mafê hêviyê demildest pêk bê. Mafê hêviyê ji bo me di nokteya felsefîk, ji bo Aştî û Civaka Demokratîk gelek girînge. Divê her kes berpirsyariyê bigire. Divê em hemû berpirsyariya xwe li gorî rihê pêvajoyê bînin cih.  Divê hemû rêxistinên hiqûq, maf  zimanê demokratîkbûnê bikar bînin û divî alî de têbikoşin.”