Salih Muslim li Kobanê hat oxirkirin

  • 14:17 15 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê wî Kobanê hat definkirin. 
 
Cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li bajarê wî Kobanê hat definkirin. Şandeya Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana tê de cih digirin jî tev li merasîma definkirinê bû. 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tûncer Bakirhan diyar kir ku wî sersaxî ji gelê Kurdistanê aniye û got, "Em gelek bi Salih Muslim re xebitî. Heval Salih dîplomatekî mezin bû. Şoreşgerekî mezin bû."
 
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi van gotinan xatir ji Salih Muslim xwest: "Riya hêviyê ya ku Salih Muslim vekiriye dê rêya me ronî bike. Divê êşa ku me bi sedsalan kişandiye bi dawî bibe. Ez şehîdên ku duh hatin veşartin bi rêzdarî bi bîr tînim."
 
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest û got, "Ez ji bo helwesta wan a xurt spasiya wan dikim. Bavê Welat ne tenê kesayetek bû; ew pêşengê siyaseta Rojava bû."
 
Hevjîna Salih Muslim, Eyşe Efendî got, "Em ji vir silavên xwe ji Serok Apo re dişînin. Tu bi Bavê Welat û kurê wî Şehîd Şervan re heval bûyî. Piştî axaftinan, peyamên ji bo merasîma cenaze hatin xwendin. Piştî merasîmê, cenazeyê Salih Muslim li kêleka kurê wî Şervan Muslim li Goristana Şehît Dicle hat veşartin.Ji bo vê yekê ez ji we herduyan re spas dikim. Nameya ku we ji bo Bavê Welat şandiye pir bi xêr hatî."
 
Piştî axaftinan, peyamên ji bo merasîma cenaze hatin xwendin. Piştî merasîmê, cenazeyê Salih Muslim li kêleka kurê wî Şervan Muslim li Goristana Şehît Dicle hat veşartin.