'Di sala 2025’an de 9 rojnamevan hatin kuştin'
- 14:39 14 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YRA’yê ragihand ku li Sûriyeyê sala 2025’an herî kêm 9 rojnamevan hatin kuştin, 15 rojnamevan birîndar bûn û nêzî 11 rojnamevan hatin binçavkirin.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binpêkirinên ku di sala 2025'an de li dijî rojnamevanan li Sûriyeyê hatine kirin, raporek weşand.
YRA'yê got, "Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê, gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dan. Bi hatina sala 2025’an re Sûriye derbasî qonaxeke veguhêz bû ku bandoreke rasterast li rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li tevahî Sûriyeyê kir."
YRA'yê bi bîr xist bi hatina hikumeta demkî li ser desthilatê re, sûc û kiryarên li dijî mafên mirovan, bi taybet jî li dijî rojnamevanan, zêde bûn.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2025'an de di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê, êrişên Îsraîlê û hêzên girêdayî hikumeta demkî û komên çekdar ên nenas de, bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûne.
YRA'yê da zanîn ku 11 rojnamevan hatine girtin ku piranî ji aliyê hikumeta demkî ve hatin girtin.
YRA'yê di dawiyê de banga parastina rojnamevanan kir.







