Li girtîgehên Îranê binpêkirinên mafan zêde dibin
- 14:00 13 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Tora Mafên Mirovan ragihand ku rewşa li girtîgehên Îran û Rojhilat gelek xirabe û da zanîn ku di nava girtîgehan de hêzek zêde hatiye bicihkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa girtiyên siyasî ya di girtîgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, agahî parve kir.
Li gorî rêxistinê, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Îranê ve, malbat nikarin zarokên xwe yên girtî bibînin, girtî ji mafên xwe hatine bêparhiştin û rê nadin girtiyên nexweş jî bên tedawîkirin.
Heman çavkaniyê ev tişt ragihand, “Berpirs rê nadin girtiyan bişînin girtiyek din, pêwîstiya gelek girtiyan bi tedawiyê heye, lê nayên dermankirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Urmiye, Mahabad, Miyandwaw, Seqiz, Sine, Kirmaşan û Îlam, ji ber şer ji mafê xwe hatine bêpar hiştin. Bivê re jî xwarina girtiyan hatiye kêmkirin. Nêzî 150 girtiyên nerazîbûn nîşan dane, ji bo girtîgeha Mahabad birine girtîgeha Miyandwaw.”
Herî dawî hate gotin, “Piştî avahiya polîsan ya li bajarê Urmiye hate bombebarankirin, bi sedan endamên hêzên taybet ên Îranê li derdora avahiya girtiya navenda Urmiyeyê kom bûne û bi şevan jî di nava hewşa girtîgehê de dimînin.”







