Meclisa Ziman a Zazakî ji sê saziyan re name şand
- 15:59 20 Sibat 2026
- Çand û Huner
AMED - Meclisa Ziman a Zazakî, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got “Zimanê ne xwedî statu û perwerdehiyê be, nikare xwe li ser pêyan bigire” û daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdehiyê kir.
Meclisa Ziman a Zazakî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji bo ku zaravayê Zazakî winda nebe ji UNESCO’yê, Serokkomariya Tirkiyeyê û Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re li Postexaneya Sûrê ya Amedê name şand. Meclisê piştre jî li ber postexaneyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endam û rêvebirên komele û saziyên ziman, mamsoteyên zimanê Kurdî, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta bi zaravayê Kurdî Kirmanckî li ser “Ez nêwazena ziwanê mi vîndî bibo” hat hilgirtin û kesên tev li daxuyaniyê bûn jî dowîzên li ser girîngiya ziman vedigotin hilgirtin. Daxuyaniya bi Kirmanckî, ji hêla Hevberdevka Meclisa Ziman a Zazakî Şûkran Yakut ve hate xwendin.
‘Zimanê bê statû têk diçin’
Şûkran Yakutê da zanîn ku zaravayê Kirmanckî nasname, dîrok û hebûn e û wiha got: “Em naxwazin ku zaravayê Zazakî yê zimanê me winda bibe. Ji bo ku zimanê me bijî, em li malê, li kuçeyê û li her derê hewl didin ku bi Zazakî biaxivin. Lê zimanê ku xwedî statu nebe, di aliyê perwerdehiyê nikare li ser pêyan bimîne. Em ê jî ji bo ku Zazakiya ku mîrateya cîhan, Anatoliya û Mezopotamyayê ye winda nebe û ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji UNESCO, Serokkomarî û Wezareta Perwerdeya Neteweyî re nameyan bişînin.”
‘Zazakî ne tenê windabûna zaravayekî ye’
Bi domdarî Şûkran Yakutê destnîşan kir ku Zazakî ku yek ji zaravayên herî qedîm ên erdnîgariya Anatoliya û Mezopotamyayê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zazakî mîrateyeke çandî ya bêhempa ye ku di dîrokê de îrfan, xemgînî û şahiya van xakan hilgirtiye. Lê belê li gorî daneyên UNESCO’yê; Zazakî di kategoriya ‘Zimanên di bin xetereya windabûnê de ne’ cih digire û ji ber qelsbûna veguhestina di navbera nifşan de, bi rîska ku di bêdengiyê de bimîne re rû bi rû ye. Windabûna Zazakî, ne tenê windabûna zaravayekî ye, di heman demê de tê wateya windabûna wêjeya devkî ya hezar salan e. Zindîkirina vî zaravayî, ji bo parastina pirrengiya me ya çandî û hişmendiya ’em’bûnê, berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
'Gavên şênber divên'
Herî dawî jî Şûkran Yakutê wiha got: “Em wekî Meclisa Ziman a Zazakî, dixwazin xwedî li zaravayê Zazakî were derketin û bibe xwedî statu. Ji bo tomarkirina Zazaki, wekî mîrateyeke cîhanê, piştgirîkirina wê ya di qadên akademîk û hunerî de, bûyîna zimanê perwerdehiyê û di perwerdeya zimanê zikmakî de veguhastina wê, ji bo nifşên paşerojê, daxwaza me ew e ku gavên şênber bên avêtin.”







