KNK: Parastina ziman parastina hebûnê ye

  • 15:52 20 Sibat 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Ji bo me Kurdan stûna herîn girîng, ziman e. Ziman, parastina hebûnê ye û divê her kes xwedî lê derkeve.” 
 
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ziman ne tenê amûrek axaftinê ye, lê di heman demê de xezîneyek çand, dîrok, nasname û ramana her neteweyekê ye. KNK’ê, diyar kir ku parastin û pêşvebirina zimanê dayikê erkê sereke yê her kes û komekê ye ji bo mayîna wê. KNK’ê, got ku dema zimanek neyê parastin û bê paşguhkirin, ew ziman dimire û bi wê re dîrok û çanda wî gelî jî dimire.
 
KNK'ê, bi domdarî wiha got: “Ji bo me Kurdan, zimanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) stûna herî girîng a ku neteweya Kurd digire ye. Ji ber vê yekê, parastina ziman ne tenê ji bo me mijarek akademîk e, belku mijarek neteweyî û parastina hebûna me ye. Armanca sereke ya vê rojê ne tenê şahî gêran û pîrozkirin e, lê di heman demê de çend peyamên girîng jî hene;
 
* Parastina pirrengiya çandî, bi wateya zimanê her gelî paceyek be ji bo ku tê re bibîne, xwe nas bike û bi cîhanê re bibe aşina û nêrîna cîhanbîniyê fam bike.
 
* Tekez kirin, têkoşîn û teşwîqkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê hêz û şiyan dide avakirina kesayetiya takekesiya wî gelî.
 
* Nasîn û pejirandina kom, gel û neteweyên cuda û rêzgirtina hevbeş."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zimanê Kurdî hîn jî di bin xetereya tunebûn û bişavtinê de ye û daxuyanî wiha domiya: “Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê welêt pir belav e. Ya ku dibe sedema vê xetereyê ev e ku Kurdî di jiyana rojane de di nav endamên malbat û civakê de kêm caran wekî zimanê dayikê tê bikar anîn û bêtir zimanê serdest tê bikaranîn. Ya herî xeternak ew e ku zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de cihê xwe nedîtiye.
 
Di proseya xebat û tekoşîna xwe ya neteweyî de, Kurdan her gav bala xwe dane mijara ziman wekî qad û çeperê parastin û jiyanê. Ev qad û çeper jî pêdivî bêtir bi xurt û hêzkirinê heye. Ji ber vê yekê, pêşvebirina hebûn û mayîndebûna Kurdan wekî neteweyekî zindî bi hemû reseniya xwe, her çendî reh di dilê kesayetiya Kurdan de bi giştî bête çandin, ewqas kêm e."
  
Rewşa zimanê Kurdî ya li her parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ji hêla KNK’ê ve wiha hate nirxandin: “Li başûrê Kurdistanê ev heyamek dirêj e, saziyên fermî hene û zimanê Kurdî di destûra Iraqê de hatiye nasîn. Dîsa ji ber nebûna siyaseta zimanî û planeke peyt û mikum rewşa zimanê Kurdî gelekî şepirze û rûbirûyê astengiyan de ye. Lewma pêwîste Hikûmeta herêma Kurdistanê (Başûr) bi cidî û giringî van astengiyan rake û ji bo rêxistinkirin û sazûmankirina kanalên ziman û perwerdeyê bixebite.
 
Ji aliyekî din ve, divê bi berpirsiyarî asta xirab a zimanê Kurdî di medyaya fermî, partiyên siyasî û nefermî ya li başûrê Kurdistanê de kontrol bike û bişopîne û wan bi awayekî rêber bike.
  
Rojavayê Kurdistanê îro li hember vê rewşa hestiyar a li Sûriyeyê û guhertinên wê, ku bi şanazî ve xwedî îradeyek xurt e, nemaze di mijara parastin û berxwedana neteweyî û ezmûna salên xweseriyê de. Li kêleka pirsgirêkên siyasî û civakî, divê pirsgirêkên çandî û neteweyî, di nav de zimanê Kurdî û proseya perwerdehiyê, di destûrek daîmî de werin bicihkirin û zimanê Kurdî divê bibe zimanê fermî yê rêveberî û perwerdeyê li Rojava.
  
Li herdu beşên din ên welêt, ji bilî wê yekê ku zimanê Kurdî di proseya perwerdehiyê de tune ye, zimanê Kurdî bi gelek awayan bi rêya dîn û mezheb û regez û nijadperistiya sîstem û pergala dewletnetewe û dagirkeriyê di bin gef metirsiyên mezin de ye.
 
Pirzaravî - devokên cuda yên zimanê Kurdî nîşan û hêza dewlemendî û reseniya wê ne. Ji ber vê, divê bê destnîşankirin ku Kurdî bi hemî devokên xwe, her yek di cih û helkevteya xwe giringî pê bêdan û were parastin û divê di proseya perwerdehiyê de were hînkirin.
 
Li derveyî welêt - dîasporayê, ku hejmareke girîng ji Kurdan lê ne û bi nifşan bi çand û zimanê neteweyên wan welatan re tevlihev bûne û du zimanên dayikê di kesayetiya xwe de hilgirtine. Divê ew zimanê xwe yê şîrîn ê Kurdî zindî û pêş bixin û ji windabûnê biparêzin."
  
KNK'ê di dawiya peyama xwe de 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û got: “Her sal ev roj dibe derfetek ji bo xebat û têkoşîna bêtir, da ku bala civaka navneteweyî û rêxistinên pispor di mijarên ziman û çandê de bikişîne, gef û fişar - zextên dagirkerên Kurdistanê yên li ser zimanê Kurdî û zimanên pêkhateyên din yên Kurdistanê bê kişandin.  Ji bilî ku zimanê dayikê wesîleya gihandinê di navbera kesan de ye, ji bo me Kurdan nasname, hebûn û paşeroja me ye. Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erkekê mirovî, neteweyî û niştîmanî yê her mirovekî Kurd e."