Di 21’ê Sibatê de li Wanê ji bo statuya Kurdî meş

  • 09:07 20 Sibat 2026
  • Çand û Huner
WAN - Hevseroka KURDÎGEH'ê Arîfe Aslan da zanîn ku wê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de meşê pêk bînin û got: “Em ê daxuyaniyê bidin û bimeşin. Em ê ji bo zimanê xwe dengê xwe bilind bikin. Bila hemû gelê me tevli bibe. Werin bi hev re ji bo statuya ziman bimeşin.”
 
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 17'yê Mijdara 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve wekî 21'ê Sibatê hatiye eşkerekirin. Ji bo parastina pirzimaniyê, pirçandiyê 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê êriş, qedexe û qirkirina li ser zimanê dayikê dewam dike.
 
Hevseroka KURDÎGEH'ê Arîfe Aslan der barê zextên li ser Kurdî û xebatên 21’ê Sibatê de axivî.
 
Parçeyek îmhakirinê
 
Arîfe Aslan got her gel bi zimanê xwe heye û tunebûna ziman tê wateya tunebûna gel û wiha got: “Zextên li ser ziman parçeyek asîmîlasyonê ye. Bi salane Kurd tên înkarkirin. Zext li ser Kurdan tê kirin. Polîtîka şerê taybte pêk tê. Li ser ziman zext tên meşandin. Ji kreşan û heta zanîngeha Tirkî tê ferzkirin. Polîtîkayên şerê taybet yên li ser ziman parçeyek îmha û înkarê ye.”
 
Em statuyê dixwazin
 
Arîfe Aslan got di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de statuya ji bo Kurdan naskirin gavek girîng e û got: “Di rewşa statuya ji bo Kurdî neyê naskirin wê jiyaneke demokratîk jî kêm bimîne. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de mijara ziman girîng e. Divê çand, ziman, dîroka me bê nasîn. Divê Kurdî ne dersa hilbijarte be. Divê ji bo Kurdî statu bê dayîn û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Zimanê me xeta me ya sor e.”
 
Ji bo meşê bang
 
Arîfe Arslan daxuyakirin ku wek Kurdîgeh têkoşîna wan ya ji bo ziman û êrîşên li dijî ziman didome û anî ziman ku çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wê bername û meşan pêk bînin. Arîfe Arsalan wiha dawî lê anî: “Em ê 21’ê Sibatê de daxuyaniyê bidin û bimeşin. Em ê ji bo zimanê xwe dengê xwe bilind bikin. Bila hemû gelê me tevli bibe. Werin bi hev re ji bo statuya ziman bimeşin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê meşê dikin.”