Li Îranê Cenazeyê çalakvanên jin li tiba edlî tê girtin

  • 13:30 9 Sibat 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê ya Zanîngeha Tarbîat Modares ragihand ku cenazeyê zêdetirî 50 jinên xwepêşander li tiba edlî ya Tehranê ye ku nasnameya wan hîna nehatine eşkerekirin.
 
Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê ya Zanîngeha Tarbîat Modares ya Îranê têkildarî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina jinan ya di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, raporek belav kir.
 
Di raporê de hate ragihandin ku di nava 4 rojên destpêkê yên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 50 xwepêşanderên jin bi gulebarana raste rast ya hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
 
Li gorî raporê cenazeyê jinên hatine qetilkirin hîna li Tiba Edlî ya Kehrîz ya li Tehranê têne girtin û nasnameya wan nehatine eşkerekirin.
 
Her wiha Komeleyê di rapora xwe de destnîşan kir ku di dema serdanên malbatan de ji bo naskirina cenazeyan û dîtina kesên winda, efserên rejîmê ji malbatan dipirsin ka gelo ew kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî xwepêşandanan bûne yan na, kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne rasterast dibin hewşa tiba edlî, lê ji bo yên din nameyek ji qereqola polîsan pêwîst dike.
 
Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê da zanîn ku wêneyên jinan ên li ser monitorên navendên polîsan ji malbatên ku li windahiyên xwe digerin re têne nîşandan, hejmara fermî ya hemû mirinan nagire nav xwe ku hebûna cenazeyên nenas nîşan dide ku pêvajoya naskirin û lêpirsînê hîna neqediyaye.