Li Bêrecûkê êrîşên li ser Rojava hat protestokirin
- 13:52 29 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Êrîşên li ser Rojava li navçeya Bêrecûkê bi meşekê hat protestokirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi meşekê li Bêrecûkê protesto kir. Meşa ku bi dirûşma "Bila komkujî û êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin" hat lidarxistin, ji aliyê parlamenterên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hat rêvebirin.
Girseya ku li navenda navçeyê kom bû, bi pankarta "Rojava berxwedan, wijdan û azadî ye" ber bi avahiya navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê ve meşiyan.
Piştî meşê Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar axivîn û bal kişandin ser berxwedana Rojava.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû







