Ji sînorên Kobanê bang kirin: Bila êriş bi dawî bibin

  • 12:55 29 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Jinên ku ji sînorê Kobanî axivîn daxwaza rawestandina êrîşan kirin û gotin: "Jinên Rojava ne bi tenê ne. Em aştiyê dixwazin, ne şer."
 
Însiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ji bo piştgiriya Rojava, ku ji aliyê çeteyên HTS-DAIŞ'ê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, rastî êrîşan tê, hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Jinên ji Enqere û Stenbolê gelek jinên li Pirsûsê tevlî bûn. Jin li Qada Pirsûsê kom bûn û pankartek bi nivîsa "Piştgiriya Çeteyên HTŞ'ê tê wateya Komkujiya li Sûriyeyê, Jin li gel Gelê Kurd ê Berxwedêr Disekinin" bilind kirin. Jinan gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Jinên Rojava ne bi tenê ne", "Em di aştiyê de israr dikin", "Laşê jinan ne qada şer e" û "Bijî hevgirtina jinan" berz kirin. 
 
Astengkirin û bertekên polîsan
 
Di vê navberê de, hin jinên ku li ofîsa navçeya Pirsûsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûbûn, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî nerazîbûn û israra jinan, destûr hat dayîn ku ew ber bi meydanê ve bimeşin.
 
Piştre, daxuyaniyek çapemeniyê ya ku li ser navê înîsiyatîfê hatibû amadekirin bi zimanên Kurdî û Tirkî hate xwendin. Evrim Gurenin û Tulay Korkutan li ser navê înîsiyatîfê metna Tirkî, Hivda Yucekaya jî metna Kurdî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin zihniyeta DAÎŞ'ê tê rewakirin û bang hat kirin ku piştgirî ji bo Rojava bê dayin. 
 
Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel got li Rojava şer li Tirkiyeyê aştî pêk nayê. 
 
Hevşaredara bajarê mezin a Amedê Serra Bûcak jî got ew dixwazin demildest Deriyê Sînor ê Murşitpinarê vebe. 
 
Çalakiya Rûniştinê ya Deh Deqeyan
 
Piştî daxuyaniyê, jinan li meydanê deh deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre, bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" û bi çepik û tilîliyan, ber bi ofîsa navçeya Pirsûsê ya DEM Partiyê ve meşiyan.