Ji bo meşa wê li Pirsûsê pêk bê bang

  • 22:15 21 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Platforma Saziyên Demokratîk li navenda bajêr û taxên gundewarî yên Pirsûsê derî bi derî geriya û welatiyan vexwend ku tevlî meşa ku wê li dar bixe kir.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li navçeya Pirsûsê li dijî êrişên li ser Rojavayê, bi dirûşmeya "Êrîş û komkujiyên li Rojavayê bi dawî bikin" banga meşê kir. Endamên Platformê tevahiya rojê serdana gundan kirin û êvarê jî li navenda bajêr geriyan û ji welatiyan xwestin ku tevlî meşê bibin.
 
Piştî bangan, girse meşiya û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin.