Amed bi yek dengî qîriya: Rojava em in!

  • 10:11 20 Çile 2026
  • Rojane
Rojda Aydin-Pelşîn Çetînkaya
 
AMED -  Welatiyên ku duh tevlî meşa ji bo Rojava hat lidarxistin bûn, destnîşan kirin ku ew Rojava bi tenê nahêlin û wê heta dawiyê xwedî Rojava derbikevin. Jinan gotin, “Rojava em in, em jî Rojava ne.”
 
Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedan kes birîndar bûn û gelek sivîl hatin revandin. Êrîşên ku didomin li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Ligel hemû êrîşan jî berxwedana gelê Rojava berdewam dike. 
 
Li dijî êrîşan li Bakurê Kurdistanê jî gel rabûye li ser piyan û bertek nîşanê êrîşan didin. Li Amedê jî duh li gel hemû astengiyan jî şêniyên ku gihîştin gel hev, dorpêç derbas kir û nerazîbûnên xwe careke din anîn ziman. Welatiyên ku tevlî meşê bûn gotin ew ê heta dawiyê xwedî li Rojava derbikevin. 
 
‘Êrîşî destkeftiyên Rojava tê kirin’
 
Jiyan Gul, anî ziman ku ew ji bo Rojava li ser piyan in û destnîşan kir ku êrîş û komkûjiya ku îro li Rojava tê kirin li dijî nirx, nasname û vîna Gelê Kurd tê kirin. Jiyan Gul, wiha domand: “Hemû kes ji bo piştgiriyê bide Rojava li ser piyan e. Îro komkûjiyek mezin tê kirin. Ev pergal her tim êrîşê Gelê Kurd dike. Ev zextên desthilatdariyê bi salen e li dijî kurdan tê kirin. Em van êrîşan tu carî qebûl nakin. Li Rojava jiyanek azad hatibû avakirin. Li Rojava gelê Rojava azadiya xwe ava kiribû. Ji bo ku destkeftiyên kurdan bi dest bixin El Şara anîn serê Sûriyeyê. Hemû cihan bûye yek êrîşî Rojava dike. Em vê yekê qebûl nakin û wan şermezar dikin. Ji bo Rojava divê hemû kes rabe li ser piyan. Ger ku pêwîst be em ê jî berê xwe bidin Rojava. Em mirina tu kesekî qebûl nakin. Bila tu kesek nemire. Bila dayik negirîn. Heta ku êrîş nesekinin êm ê ji bo Rojava li ser piyan bin. Divê demildest êrîşên li dij Rojava bên rawestandin û çeteyên xwe paşve vekişînin. Rojava vîn û nirxê gelê Kurd e. Em xwedî li nasname, ziman, çand û nirxê xwe derbikevin.” 
 
‘Baweriya me bi pêvajoyê nayê’
 
Havîn Şenturk jî pêvajoya aştiyê ya ku dest pê kiriye ji ber gavên nayên avêtin şermezar kir û got ku li aliyekî dibêjin pêvajo û ji aliyekî ve jî êrîşî Rojava dikin. Havîn Şenturk, ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê baweriya min bi pêvajoyê nayê. Ger ku hebûya dê di nava salekê de gav biavêtina. Em li cem gelê xwe yê Rojavayê ne. Em tu carî wan bi tenê nahêlin û em ê xwedî li wan derbikevin. Bijî Berxwedana Rojava. Divê Tirkiye jî xwedî li kurdan derbikeve. Divê guh bidin daxwazên Gelê Kurd. Bi kurdan re bila rê bigirin, ne bi kesên dinê re.” 
 
‘Rojava jî parastina xwe dike’
 
Perva Înal jî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li cem Rojava bin û got ew dixwaze li Rojava aştî demildest bê avakirin. Perva Înal got, “Wek jineke Kurd a Misilman, li gorî olê aştî esas e, ne şer. Şer bi tenê ji bo parastina xwe dikare were kirin. Niha Rojava jî parastina xwe dike. Ez vî şerê qirêj ê ku ev hêzên emperyal bi hev re dimeşînin û çeteyên cîhadîst niha li wir dimeşînin, şermezar dikim û qebûl nakim.”
 
‘Rojava rûmeta me ye’
 
Kezîban Tekol jî ev tiştan anî ziman: “Em ji bo Rojava li vê derê ne. Em komkûjî û êrîşa li Rojava qebûl nakin û nayê qebûlkirin. Li ser dînê îslamê diçin êrîş dikin û zarokên kurdan qetil dikin. Çeteyên hov zilmê li kurdan dikin. Em azadiya gelê Kurd dixwazin. Ew bi salan in zilmê li dijî kurdan dikin. Demildest vê êrîşê bidin sekinandin. Dewleta tirk çima vê yekê dike, çima çeteyên xwe dişîne ser kurdan? Em ê heta dawiyê xwedî li Rojava derbikevin. Rojava rûmeta me ye. Hemû kes bila xwedî li vê rûmetê derbikeve.”
 
‘Qaşo dibêjin aştî lê êrîşî Rojava dikin’
 
Esma Goçturk jî ev tiştan anî ziman: “Bila me nexapînin, bila derewa nekin. Li vir dibêjin aştî, li wir diçin li me dixin. Rojava em in, em jî Rojava ne. Em Rojava bernadin. Em şer naxwazin, ew şer dixwazin. Qaşo dibêjin aştî lê êrîşê Rojava dikin. Bila dawî li van lîstokên xwe yên qirêj bînin. Em ne pêlîstokên wan in. Hem dibêjin aştî, hem dibêjin şer. Kurd tu carî naqedin. Em yek kes jî bimînin naqedin. Ew ji xwe re xeyal dikin. Her kurdek jî li ser piyan e. Em ê xewn û xeyalên wan vala derbixin. Dewletên navneteweyî jî bila veşartî neyên êrîşê me nekin. Bila vî şerî bidin sekinandin. Ew hemû bûne yek êrîşî Rojava dikin. Dijminên mezin ew in. Li ber me dibêjin em li cem we ne, lê pişt me êrîş dikin.”