Li Xorasanê 2 jinên ciwan hatin binçavkirin

  • 15:25 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xorasanê di rojên dawî de du jinên ciwan ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin û heta niha aqubeta wan nayê zanîn.
 
Li gorî çavkaniyên nûçeyên mafên mirovan, 8’ê Çileyê Fateme Hatemî-Nejad a 20 salî ya ji Sebzewara parêzgeha Xorasanê Rezewî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin. Her wiha 4’ê Çileyê jî jina ciwan Sonîa Zolfegarî ya 19 salî ya ji bajarê Bucnurd a parêzgeha Xorasana Bakur, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin.
 
Heta niha, tu çavkaniyeke fermî der barê hinceta binçavkirina herdu jinên ciwan an jî cihê lê tên girtin de tu agahî parve nedaye. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo malbatên wan jî agahî hatiye dayîn.
 
Ji ber ku der barê girtina wan de tiştek nehatiye gotin û nebûna şopandina qanûnî, fikarên li ser rewşa herdu jinan û kesên din ên hatine binçavkirin, zêde dibin.
 
Aktîvîstên mafên mirovan, fikarên xwe yên li ser dozên Fatame Hatemî-Nejad û Sonia Zolfagarî anîn ziman, daxwaza gihîştina wan û agahdariya zelal li ser sedemên girtin û rewşa wan a niha kirin.