Li Îranê birîndar li nexweşxaneyan têne binçavkirin

  • 14:05 5 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîmê bi ser Nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Îlamê de girtine û hewl dane birîndarên di nexweşxaneyê de birevînin.
 
Rêxistina Mafên Mirov a Hana di derbarê binçavkirin û qetilkirina xwepêşandêrên Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê de amarên nû belav kir.
 
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 9’an de berdewamin û her ku diçe berfirehtir dibe. Her wiha hatiye gotin ku her ku diçe nêzîkatiya hêzên rejîmê ya li beramberî xwepêşanderan jî tûndtir dibe.
 
Li gor agahiyên rêxistinê parvekirine, li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 66 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Her wiha 8 welatiyên Kurd jî di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.
 
Hatiye diyarkirin ku di encama êrişên hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de li bajarên Kirmaşan, Îlam û Hemedanê herî kêm 15 xwepêşanderên Kurd hatine qetilkrin, lê heta niha nasnameya 8 ji wan diyar bûye.
 
Li gor heman zanyariyan, li taxa Cafirawa ya bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê du xwepêşanderên Kurd ku birayê hevin bi navên Resul Kedîweryan û Reza Kedîweryan li gel zarokek temen 17 salî yê bi navê Reza Qenberî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.
 
Her wiha di xwepêşandanên li navçeya Melekşah ya ser bi parêzgeha Îlamê de jî herî kêm 5 xwepêşanderên Kurd yên bi navên Mehdî Îmamî Pur, Reza Ezîmzade, Farz Axamihemedî, Mihemed Muqedesî, Letîf Kerîmî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
 
Hatiye diyarkirin ku di xwepêşandanên li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê de 10 xwepêşander, li xwepêşandanên li bajarê Îlamê 38 kes û di xwepêşandanên li bajarê Kirmaşan de jî 18 kes hatine binçavkirin.
 
Li gor hin dîmenên hatine parvekirin hêzên rejîmê bi ser Nexweşxaneya Xumeynî ya bajarê Îlamê de girtine û hewl dane birîndarên di nexweşxaneyê de birevînin.