Li Amedê ji bo hunermend Nihal Ay şîn hat danîn

  • 13:46 25 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê ji bo Nihal Ay, ku hate ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye, şîn hat danîn.
 
Koordînasyona Hîlala Zêrîn duh ragihand ku hunermend Nihal Ay (Sîdar Andok) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Piştî vê yekê, malbata Nihal Ay, ku li Amedê dijîn, li Mala Sersaxiyê ya Çermikliler a li navçeya Peyasê şîn danî. 
 
Gelek kesî serdana mala sersaxiyê kirin, li wir dua hatin xwendin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.
 
Wêneyê Nihal Ay bi şalên kesk û sor û zer li mala sersaxiyê hat pêşandan.