ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN

  • 09:00 25 Kanûn 2025
  • Rojev
 
*Parêzer Eren Keskîn pratîka darazê ya sala dawî nirxand û da zanîn ku polîtîka bêcezahiştinê tundiya li ser jinan mezin dike û got: “Daraz bi biryarên serdest yên mêr tenê delîlan tune nake, lêpirsînan dereng dixe û heman demê de mafê jiyana jinan jî tehdîd dike.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz da zanîn ku ji bo bûyera destdirêjiya li meclîsê ronî bibe ji nêz ve dişopînin û got ev bûyerek sîstematîk a destdirjiyê ku ji yekî zêdetir gumanbar hene,  ji yekê zêdetir mexdur û ji carekê zêdetir pêk hatiye. DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çûyîna Îmraliyê wê serî li Wezareta Dadê bidin wiha gotin: “Em ne tenê hevdîtina li Îmraliyê, em dixwazin serokê me azad bibe û ligel me be.” BI DÎMEN 
 
*Jin di 10’ê cotmehê de li dijî polîtîkayên dijminê jinan yên desthilatdariyê ji bo dengê xwe bilid bikin di mîtîngê de tên gel hev. Pêkhateyan diyar kirin ku ji bo biryarbûna rêxistinbûna jinan ji bo jiyanek wekhev û mafên jiyanê gelek girîng e. DÎMEN HEYE