ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 20 Kanûn 2025
- Rojev
*Parlamentera Îtalyan Francesca Ghîrra diyar kir ku Perspektîfa aştî û demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dikare ji bo aştiyê bibe modelek global a mînak û got vîzyona aştiyê divê li seranserê cîhanê esas bê girtin. DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê yên di hevdîtinên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, diyar kirin ku yek ji gava girîng a pêvajoya qanûnî azadiya Abdullah Ocalan e û wiha gotin: “Ger serokatî tunebe tu wateya qanûnan tune ye. Her tişt girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e. Aştî di destê Abdullah Oalan de ye. Serokatiya me azad bibe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.” DÎMEN HEYE
*Jinên li ser erdan dixebitin bê sîgorte, bi saetên dirêj û heqdestê kêm dixebitin. Li Menderesê jinên di serayan de dixebitin diyar dikin ku keda wan nayê dîtin û di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. DÎMEN HEYE
*Jinên li navçeya Licê ya Amedê dijîn diyar kirin ku tiryak û fuhuşa ku ciwanên Kurd hedef digire, parçeyek polîtîkaya şerê taybet e û li dijî êrîşan banga têkoşîna rêxistinkirî kirin.DÎMEN HEYE
*Rojnameya Xwebûn ku di 21'ê Kanûna 2019'an de hatiye damezrandin, wekî navê niha yê vê xeta berxwedanê, sala xwe ya 6'emîn temam kir. Edîtora Xwebûnê Medya Bal li ser salvegera 6'emîn axivî û got: "Azadiya Welat di warê perwerdeyê de dibistanek bû, lê Xwebûn ev yek gihandiye astek cuda. Ji ber vê yekê, ew depoyek bîranînan e." BI DÎMEN







