Li Îtalyayê ji bo Werîşe Muradî welatîbûna rûmetê
- 11:53 2 Kanûn 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Boggîbonsî yê Îtalyayê, ji bo Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn welatîbûna rûmetê hat dayîn.
Li bajarê Boggîbonsî yê Îtalyayê, 1’ê Kanûnê bi merasimek bi beşdariya şaredara bajar Sûsnna Cenî û meclîsa şaredariyê ji bo Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn welatiya rûmetê hat dayîn.
‘Gelek şaredarên li Toskanayê dê rewşa Werîşe Muradî bişopînin’
Di mersima ku biryara wê 26’ê Gulanê ji aliyê Şaredariya Poggîbonsî ve hatibû girtin de welatîbûna rûmetê ya li ser navê Werîşê Muradî ji aliyê yek ji berdevkên kampanyaya azadiyê Şiva Mehbûbî ve hat girtin û ji şaredar Susanna Cenî û hemû rêxistinên ku destek dane re spasî kir.
Şaredar Susanna Cenî, di daxuyaniya ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku biryar bi yekbûna dengan hatiye girtin, bi bîr xist ku Werîşe Muradî di Tebaxa 2023’yan de hatiye girtin, îşkence lê hatiye kirin û hê jî bi xetera darvekirinê re rûbirû ye. Susanna Cenî, diyar kir ku Şaredariya Poggîbonsî û gelek şaredarên li Toskanayê dê rewşa Werîşe Muradî ji nêz ve bişopînin.
Di navbera saziyên ku destek dane pêvajoya welatîbûna rûmetê de Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî– Floransa”, “Civaka Floransayê” û “Komeleya Jinên Azad ên Îranî-Floransa” hene.
Çi bûbû?
Werîşe Muradî, 1’ê Tebaxa 2023’yan Werîşe Muradî ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê di dema şopandinê de bi berdan guleyan hat binçavkirin, dûre wê biribûn hucreya 209 a Girtîgeha Evînê û bi mehan di hucreyek bi tenê de ma. Tevî ku nexweşiyên qetandina fitiqa stûr û tengbûna qenala mêjîpişt, pê re hene jî nayê dermankirin.
Werîşe Muradî di navbera 16’ê Hezîran û 5’ê Cotmeha 2024’an de li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di bin serokatiya dadger Ebulqasim Salavatî de hat darizandin; 10’ê Mijdara 2024’an jî biryara darvekirinê ji parêzerê wê re hat teblîxkirin. Dosya piştî itiraza biryarê, çû 9’emîn Daîreyê û hê jî pêvajoya lêkolînê didome.







