Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Kaplan hat kirin
- 15:12 11 Mijdar 2025
- Rojane
MÛŞ –Li navçeya Gimgim a Mûşê şîna endama YJA-Starê Hasîbe Karataş a li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da hat danîn. Di pêşengiya jinan de bi dirûşma "Şehîd namirin" bi girseyî serdana şînê hat kirin.
Li navendeke Şînê ku ji bo gerîlaya YJA-Starê Hasîbe Karataş (Arjîn Besra Varto), ya hat diyarkirin di 30'ê Îlona 2024'an de li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest daye şîn hat danîn. Navend, ku li Goma Warê Janê a li gundê Siltaşey ê navçeya Gimgim a Mûşê ye şîna berdewam kir, di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Kesên Ximên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA DER) bi girseyî ji bo şînê serdan hat kirin. Glek nûnerên saziyên sivîl û gelek kesên din di serdanê de cih girtin. Jin jî bi dirûşmên "Şehîd namirin" heta mala şînê meşiyan.
Endamê Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (PM) ya DEM Partiyê DEM Partiyê Firat Kirdag di serdana şînê de ku bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir, axivî û diyar kir ku Hasîbe Karataş di dema êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şengal de demek dirêj têkoşîn daye û got "Gelê Şengal 73 caran rastî komkujiyê hat. Lêbelê, Arjîn û hevalên wê bi têkoşîna xwe ya qehremanî êrîşên DAIŞ'ê paşve xistin û gelê li wir ji qirkirinê xilas kirin. Ger em wekî Kurd îro di vê qonaxê de bin, divê were zanîn ku têkoşînên wiha li pişt wê ne."
Serdana şînê bi duayên piştî axaftinan bi dawî bû.







