ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2025'AN
- 09:00 3 Mijdar 2025
- Rojev
*Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Berfîn Tekîn, balkişand ser qetilkirinên jinan û tundiya ku her diçe zêde dibe û wiha got: “Gumanbar tên parastin, cezayên giran nayên dayîn û cînayetên jinan naqedin. Dewlet edaleta pêwist pêk nayne, em jin wê edaleta xwe li kolanan pêk tînin. Heta em hebin em ê aştiyê jî ava bikin." DÎMEN HEYE
*Prof Neşe Ozgen da zanîn ku ew wek EFFP'yê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û xebatan dimeşînin û got: “Dema ku carekê navê aştiyê bê derbaskirin tu hêz nikare vê bide sekinandin. Em bi biryar in vê astengiyê ji holê rabikin. Bila ev derfet ji dest neyê derxistin. Derengxistina pêvajoyê zirarê dide Tirkiyeyê.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Çîgdem Ertak der barê xerakirina cezayê girtîgehê yê li alîkarê midûr Burak Ercan ku li Cizîrê destdirêjî li 43 xwendekarî kiribû de axivî û got: “Daraz di sûcê tundî û qetilkirinê de îfadeya mexdûr esas nagire û got: “Îfadeya gumanbar esas tê girtin û di vê bûyerê de ji ber gumanbar memûr bû jî polîtîka bêcezahiştinê pêk hatiye.” DÎMEN HEYE
*Endama TAJÊ Besê Avesta têkildarî armanca pêngava "Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e" de axivî û diyar kirin ku her ciwanên ku dawî li jiyana xwe tînin ji bo wan fermanek e û destnîşan kir ku bi rêya perwerdeyê jin û ciwan dikarin pêşiya xwekuştinan bigirin. BI DÎMEN







