Şaredariya Peyasê mîhrîcana jinan pêk tîne

  • 09:02 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar da zanîn ku di rojên pêş de wê bi keda jinê mîhrîcanê pêk bînin û wê Navenda Jiyanê ya Bê Gluten vebikin.
 
Şaredariya Peyas a Amedê ku ji qeyûman hat girtin, tevî hemû texrîbat û bê derfetiyan projeyên ji bo gel dikin jiyanê. Bi taybet jî ji bo jinan proje tê meşandin. Di 3-4-5’ê cotmehê de wê li Park Orman hedîtina keda jinê pêk bê. Her wiha wê di orta meha cotmehê de jî Navenda Jiyanê ya Bê Gluten bê vekirin. Yek ji projeya din jî vekirina peykerên jinên têkoşer li Medya Parki wê bê kirin.
 
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen  Sîncar der barê projeyên xwe de axivî.
 
‘Qurs hatin dayîn’
 
Berîvan Gulşen Sîncar got ji roja hatine peywirê bi jinên taxê û saziyên jinan yên bajar re hatine gel hev, nîqaş meşandine û di encama vê de nexşerêyek diyar kirine. Berîvan Gulşen Sîncar wiha anî ziman: “Me di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên jinan de li taxan xebat meşand. Me dît ku xizanî gelek girane û prisgirêkên din hene. Me ev yekser dît. Me li 6-7 parqên cuda yên bajar hevdîtinên kedê ya jinan pêk anî. Me xwest em dîsa pêk bînin. Ji ber vê me qursên pîşeyî dan. Em li gundan li taxan bi jinan re hatin gel hev. Di encama qursên me vekirin de komunên me derketin holê.”
 
 
‘Mîhrîcana hevdîtina kedê’
 
Berîvan Sîncar  got ku jin ji bo berhemên xwe bifroşin hewce bi qadan dibînin û got: Di 3-4-5’ê cotmehê de em li navçeya xwe li Park Ormanê hevdîtina keda jinê pêk tînin.Me ev bi bernameyên çand û hunerê re kir ye û me wek amadekariya mîhrîcanekê kir. Di rojên pêş de ev pêvajo dest pê dike. Wê sûka me ya jinan ya ji  42-43 bufeyan pêk tê hebe. 2 bufe jî ji bo jinên ku tevli qursên me bûne, hatine vekirin. Wê jin berhemên xwe bifroşin. Armanca me ev e ku em hvdîtinên keda jinê li bajar zêde bikin û piştevaniya jinan xurt bikin. Wê akvîteyên muzîkê jî hebin. Bi tevlibûna Sor Jiyan, Dinyaxan, Beser Şahin wê konser bên dayîn. Ji bo zarokan jî wê aktîvîteyên sporê, hebin. Li Park Ormanê wê saet ji 16.00’an heta 22.00’an bername hebin. Em banga telibûnê li hemû kesî dikin.”
 
‘Em navenda xwarinên bê gluten vedikin’
 
Berîvan Sîncar balkişand ser projeyên din û got: “Me 9’ê Gulanê di Roja Çolyakê ya Cîhanê de hîmê pastaxane û firinê ya ji bo nexweşên çolyakê danî. Kompleksa me temam bûye. Em ê orta meha cotmehê navenda xwe vebikin. Li alî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê projeya me ya lokanteya gel heye. Kes carna bi rojan li ber nexweşxaneyê dipên û qelebalixek çêdibe. Me wek şaedarî xwest li nêzî nexweşxaneyên lokante bê vekirin. Di demek nêz de em ê îhaleyê bigirin û serê sala 2026’an de lokanteyê vebikin."
 
 
Berîvan Sîncar di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di encama xebatên me de wê li parqeke di sînorê navçeya me de peykerê jinan ku jinên sembola têkoşîn û berxwedanê ne bê danîn. Di demek nêz de em ê li Medya Parqê vekirina peyker pêk bînin.”