
Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun: Deynê me mezin e
- 10:35 13 Gulan 2025
- Rojane
Gulistan Gulmuş
DÊRSIM - Malbatên wan diyar kirin ku ew deyndarê berxwedana damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun in û gotin, "Eger em dilsozê şehîdên xwe ne û dixwazin bîranînên wan zindî bihêlin, pêwîste em banga 'aştî û civaka demokratîk' bi xurtî qebûl bikin û bixin pratîkê."
PKK'ê piştî "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, di navbera 5-7'ê Gulanê de 12'yemîn kongreya xwe pêk anî. Danezana dawî ya kongreyê duh bi raya giştî re hat parvekirin. PKK’ê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku endamên damezrîner Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de, Riza Altun jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê bingehê
Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ên li bajarê Kolnê ya Elmanyayê ne, şîn danîn. Ji xwişkên Alî Haydar Kaytan Selma Kaytan û xwişka Riza Altun Xezal Altun ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
Xwişka Alî Haydar Kaytan Selma Kaytan, da zanîn ku 12'yemîn Kongreya PKK'ê ya ku di 5-7'ê Gulanê de li dar ketibû diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hat kirin û ve gelek watedar e û got: "Îro ji ber şehadeta heval Fuat û heval Riza em hatin cem hev. Ez her wiha bi rêzdarî bi bîr tînim hevalan. Ji bo lidarxistina kongreyê û guhertina stratejîk a di kongreyê de di encama bangawaziya ku di vê serdemê de ji aliyê Rêbertiya me ve hat kirin, pîroz dikim, hevalê Heval Fuat jî ji bo bîranîna rêheval Hakî hate avakirin, li ser vê bingehê banga min a taybet ji bo gelê me ew e ku em li ser vê bingehê xwedî derbikevin.”
'Şehîdên me nîv sedsalê şer kirin'
Selma Kaytan destnîşan kir ku divê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn bê qebûlkirin û wiha bang kir: “Bersiva herî rast a ku em dikarin bidin şehîdên xwe ev e. Şehîdên me nîv sedsalê li ber xwe dan. Wan bi têkoşîn û keda xwe em anîn vê qonaxê, bi têkoşîn û keda xwe em gihandine vê qonaxê û niha ji bo têkoşînê fêkî daye. Pêwîste em banga aştî û civaka demokratîk bi xwedîderketina li bîranînên hemû şehîdên xwe bigirin û şert û mercên ku Rêbertiya me tê de karibe bixebite biafirînin.”
'Qabiliyeta wan a îkna kirinê hebû'
Xwişka Riza Altun Xezal Altun ewil dilsoziya Riza Altun û hevalên wî ya bi hev re û yek ji bîranînên xwe yên bi Alî Haydar Kaytan re wiha got: “Di beşdariya ewil de Fuat hat cem me. Dema Fuat hat dijmin 60 hezar lîre danîbû serê wî. Alî Haydar hat li şaneşînê rûnişt. Riza ji dayika min re got 'Dayê tu wî nas diki?' Dayika min jî 'Eger tu ji min re nebêjî, ez ê çawa bizanibim?' Riza got 'Ev Alî Kaytan e, 60 hezar lîre dan serê wî' Diya min demeke dirêj lê mêze kir û got 'Eger tu li bejna wî û bedena wî binêrî, nirxê wî ne 60 hezar lîre ye.' Riza jî 'Wele, dayê, em ê çi bikin' Roja din heta serê sibê pêvçûnek derket. Diya min hat û ji wan re got 'Hûn çima rûniştî ne?' Haydar jî got: 'Guleyên me qediyan'. Carinan bi Kemal Pîr re dihat. Li gel wan hembêzkirin, xwedîderketin hebu, qabiliyeta wan ya îknakirinê hebû. Ez bi xwe pir ji Kemal Pir bi bandor bûm."
'Ew ê teqez piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê'
Xezal Altun anî ziman ku ger ew sax bûn dê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jî bi xwedîderketineke mezin tevkariya vê pêvajoyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em deyndarê wan in, em tu carî nikarin vî deynî bidin. Xwestin têkoşîna wan ne tenê ji bo Kurdan ji hemû cîhanê re vebêjin. Pêşbîn bûn, îro fêm kirin û dîtin. Tovên ku çandibûn şîn bûn û bi sed hezaran bûn. Eger li wir bûna, wê teqez piştgiriya vê pêvajoya aştiyê bikin û têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin."