Cejna Zimanê Kurdî û rêwîtiya jinên afrîner

  • 09:03 13 Gulan 2025
  • Ji Pênûsa Jinan
"Zimanê kurdî di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Loma roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek nivîskar û helbestvan û lêkolînerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. "
 
Salîha Ayata 
 
Zimanê kurdî di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Loma roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek nivîskar û helbestvan û lêkolînerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. 
 
Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Girîngîya vê kovarê ev bû ku cara yekem kovarek Kurdî bi alfabeya latînî û erebî dest bi weşanê dikir.
 
Zimanê kurdî di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Loma roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek nivîskar û helbestvan û lêkolînerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. Kovara Hawarê ji sala 1932’yan heta 1943’yan 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derçû. 
 
Aşkera ye ku parastin û pêşvebirina ziman û edebiyat û çandê, bi tenê ne ji bo gelê kurd, her wekî din, ji bo hemû neteweyan rengînî û dewlemendî ye lê mixabin Kurd ev hezar sal in ji bo hebûna xwe di nava şerekî de ne. Dused salên dawîn jî ji bo çanda xwe û zimanê xwe  berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Ji ber ku bi tu awayî hebûna kurdan, zimanê kurdan, çanda kurdan, hunera kurdan nayê qebûlkirin. Zimanê zikmakî ji bo her neteweyekê gelek girîng e ku gelek zanist dibêjin ku zarokek bi zimanê dayikê mezin bibin, di jiyanê de jî aramtir û serkeftîtir dibin. Heta ,Chris Molesey dibeje ku: ‘ Zimanê xewnê û fikirandinê zimanê dayikê ye. Loma zimanê dayikê gerdûna mirovan e’. Zimanê dayikê çima girîng e û çima gelên bindest ewqas ji bo zimanê xwe têdikoşin? Bawer im heta niha bi hezaran nîvîs û gotar li ser vê meseleyê hatine nivîsandin. 
 
Ji destê serdestan hatiba (ku gelek ceribandine) dê zimanê jinan jî zimanê jinan ê edebîyatê jî ji holê rakiribana. Jixwe demeke pir dirêj nehiştine ku ev zimanê ji aliyê dayikê ve hatiye afirandin bibe zimanê edebîyatê û afrînerîyê. Ziman ji aliyê dayikê ve tê afirandin lê derîyên  zimên ên afirînerîyê ( nivîsandin, edebîyat) ji bo jinan girtî ye! 
 
Ji bo jinan ziman, xwendin, nivîsandin û afrînerî çima girîng e? Ji Vîrgînîa Woolf bigire heta Sîrpuhî Dusap û bi dehan jin ji bo piştgiriyê bidin jinan û pêşiya wan vekin di mêjiyên me de gelek pirs û pirsnîşan ava kirine. Ji ber ku dîroka ku ji destê mêran hatiye nivîsandin, bi awayekî hişk pêşiya jinan girtiye û jin derveyî nivîsandin û afirandinê hiştiye. Em behsa demeke pir dirêj dikin ku bi hezar salan wekî bendek li dora jinan hatiye şidandin ji ber vê nivîskarên jin ên ku bi wêrekî nivîsandine jî gelek berdêlên giranbûha dane. Jinên ku di welatên xwe de dijîn û pirsgirêka nasnameyê najîn jî pir bi rehetî nikaribûne xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Dema mirov rewşa Kurdistanê û jinên kurd dinihêre jî rewşeke kompleks derdikeve pêşiya me. Hem di nava hebûn û tunebûnê de mayîn di ser de jî qedexeyên zimanê kurdî, dîsa jî  jinên kurd bi awayekî ji ziman û afrînerîyê de israr kirine.
 
Dîrok vê nîşanî me dide ku bi dehan bi hezaran jin hene ji bo binivîsin, biafirînin pir hewl dane lê berhemên wan nehatine ecibandin loma berhemên xwe bênav an jî li ser navên mêran çap kirine hene. Îro di sedsala 21'ê de ev rewş hê jî ji bo jinan ji bo jinên kurd derbasdar e û jin mecbûr dimînin berhemên xwe bidin ecibandin!
 
Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî dibêjim û hêvî dikim ku êdi jin dema berhemekê dinivîsin, mecbûrî kesî nemînin, li her deverên cîhanê bêyî ku bêjin mêr çi difikirin, bila bikaribin binivîsin û biafirînin lewre Zumrudu-u anka sîmurg di hundirê me jinan de ye !      
 
Anka: Sembola hêz, paqijî, li gorî xwebûna xwe afirandin, zerafet û heqîqetê temsîl dike.