
Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê Hozan Mizgîn bi bîr anî
- 21:07 11 Gulan 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN-Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê bi boneya salvegera 33’yemîn a şahadeta Gurbet Aydin (Mizgin) şahiyeke bibîranînê organîze kir.
Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê bi boneya salvegera 33’yemîn a şahadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın), bi dirûşma "Em ê bi rihê 11'ê Gulanê û hunera şoreşgerî civaka demokratîk ava bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li hola Serdem a Cand û Hunerê ya bajarê Hesekê şahiyeke bibîranînê li dar xist.
Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bajar û bajarokên Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Hesekê gelek kes di şahiyê de amade bûn.Di salona şahiyê de cihekî taybet ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Hozan Mizgîn, şehîd Sirri Sureyya Onder, şehîdên Çand û Hunerê re hatibûn veqetandin.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin têkildarî jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn sînevîzyonek pêşkêşkirin.Rêvebera Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Nebîha Mihemed axivî.
Nebîha Mihemed di axaftina xwe de qala kesayet û têkoşîna Hozan Mizgîn kir û destnîşan kir ku ew ê heya dawî li pey şopa şehîd Mizgîn û hemû şehîdên şoreşê bin.
Bername bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ bidawî bû.