
ROJEVA 11'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 11 Gulan 2025
- Rojev
* Yasemîn Elban, Gulsum Yaman û Rabîa Pakîsan der barê polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember Kurdan û têkoşîna li dijî van polîtîkayan axivî û balkişandin ser girîngiya têkoşînê. BI DÎMEN
* Xwişka Aysel Dogan Menşure Dogan got divê ji bo pêvajoya aştiyê ya tê nîqaşkirin kedek mezin bê dayîn û got: “Em aştiyê dixwazin. Em dest jê bernadin. Bila bedelên hatine dayîn vala neçin.” BI DÎMEN
* Lîstikvan Şebnem Sonmez da zanîn ku divê demildest aştî pêk bê û got: “Aştî rojeva hunerê ye. Ji ber rojeva jiyanê ev e. Jiyan tunebe huner jî tuneye. Aştiyê nekin alava siyasetê. BI DÎMEN
*Kongreya 12'emîn a PKK'ê di çapemeniya neteweyî û navneteweyî de bi gotara "biryarên dîrokî" hat ragihandin, lê bi zimanê nûçeyên hatin serwîskirin banga aştiyê ji nedîtî ve hat; Medyayê di bin navê bêalîbûnê de çarçoveya pevçûnê ji nû ve hilberand. MEDYA KRÎTÎK
*Rojnameger Leyla Ebdî ku berxwedana Tişrînê ya 119’an bi serkeftinê encam bû şopand, wiha got: “Berxwedaneke gel û şervanan bi hev re meşand ya ku mînaka wê li cîhanê nehatibû dîtinê bû. Tişrîn bi vê berxwedanê diyariyê me kirin.”BI DÎMEN
*Beşdarên "Înîsiyatîfa Yekîtîyê", diyar kirin ku ev înîsiyatîf ji bo ku hemû gel bi hev re, wekhev û azad bijîn hatiye afirandin. Hate diyarkirin ku gavên ku di vî warî de werin avêtin dê di 2 rojên civînê de werin nîqaşkirin.BI DÎMEN