Zarokekî wê jiyana xwe ji dest da, yek girtî ye yek surgun e

  • 09:09 9 Gulan 2025
  • Rojane
 
RIHA - Dayika Aştiyê Saadet Cîn, kurekî wê tevli PKK’ê dibe û jiyana xwe ji dest dide. Kureki wê jî cezayê muebetê lê tê birîn û yek jî tê surgunkirin. Tevî hemû zextan Saadet Cîn bi gotina "berxwedan jiyane" têdikoşe.
 
Li Kurdistanê bi sedsalane li hember Kurdan polîtîkayên zex û îmhayê tên meşandin. Li dijî van polîtîkayan jinên Kurd bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê didin. Yek ji van jî dayika Aştiyê Saadet Cîn e.
 
Saadet Cîn li Wêranşar a Rihayê tê dînê û bi rêbaza berdelê tê zewicandin. 6 zarokên Saadetê çêdibin. Saadet Cîn wih adibêje: “Kurê min Mazlum tevli PKK’ê bû, 7 salan şûnde şehîd ket. Bahoz jî di 2015’an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Zarokekî min jî ji ber nehat tayînkirin çû Almanyayê.”
 
Min dest ji têkoşînê berneda
 
Saadet Cîn wiha dewam kir: “Ji bo debarê em li zeviyan dixebitin. Em diçin Meletiyê mişmişan kom dikin, piştî vê diçin Orduyê firingiyan kom dikin. Min bi vî karî zarokên xwe mezin kirin. Du caran ji kezebê emelyat  bûm. Lê min dest ji têkoşînê berneda."
 
‘Berxwedan jiyane’
 
Saadet Cîn wiha dirêjî dayê: “Kurê min Bahoz Cîn ji girtîgeha Rihayê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê kirin. Rê dirêje. Ez nikarim biçim.  Mehek du mehan carê dikarim biçim. Sala borî îşkenceyên giran lê kirin. Kurê min nexweşê gurçikê ye. Rewşa wî her diçe xera dibe. Ji sê mehan carê dibin nexweşxaneyê. Her carê bi kelepçeyê dibin. Dema vê qebûl nake jî dermankirin tên astengkirin. Her cara diçim hevdîtinê dibêje ‘dayê berxwedan jiyane’.”
 
Saadet Cîn dema behsa kurê xwe Mazlum Cîn kir rondik barandin û got: “Kurê min tevli PKK’ê bû 7 sal şûnde hat şehîdkirin. Kurê min lehengekî mezin bû. Mazlum kesekî  bi hêz  bû. Dewletê kurê min bi kîmyasalê qetil kir.”