Îran dixwaze tola ‘jin jiyan azadî’ ji jinan hilîne

  • 14:09 21 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Komek xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Hevpeymaniya Jinên Kurd ên Rojhilat li dijî cezayê 
 
Nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirinê ku li girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatine birîn, zêde dibin.
 
Komek xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilat û Hevpeymaniya Jinên Kurd bi daxuyaniyek hevbeş cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî şermezar kirin û gotin: “Îran dixwaze tola şoreşa ‘jin jiyan azadî’ ji jinan hilîne.”
 
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn, dijmirovtî ye û wiha hat gotin."
 
Îran dixwaze tola şoreşa ‘jin jiyan azadî’ ji jinan hilîne. Di vê qonaxê de erka li ser milê her kesiye ku li dijî darvekirina jinên azadîxwaz helwest nîşande.”
 
Di dewama daxuyaniyê de ev bang tê kirin: “Em bang li tevayî Kurdan dikîn sibe tevlî greva giştî ya li dijî cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bibin. Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dane roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin."
 
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.