Ji rojnamegerên girtî re pirtûk û name hatin şandin

  • 15:52 30 Kanûn 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di pêşengiya MKG, DFG û gelek rojnamegeran de ji 7 rojnamegerên girtî re name, pirtûk û kartên hevgirtinê yên sersalê hatin şandin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 7 rojnamegerên ku ji ber beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi SÎHA'yan hatin qetilkirin hatibûn girtin, name, pirtûk û kartên hevgirtinê şandin. 
 
Hejmarek zêde rojnameger li ber Midûriyeta Giştî ya Rêxistina Post û Telegrafê (PTT) ya Beyogluya Stenbolê hatin cem hev û kartên piştgiriyê, name û pirtûkên ku li wir amade kiribûn bi rêya postê ji girtîgehên ku rojnameger lê girtî ne re şandin.