Jin li her taxê bîstanê komun dixwazin 2026-08-02 09:05:26   Semra Turan/Rojda Aydin   AMED- Jinên di bîstanê komun de dixebitin, diyar dikin ku ew xwediyê karê xwe ne û got: “Em bi xwe diçînin û radikin. Em bi hev re kolektîf dixebitin. Divê li her taxê komunên wisa bên avakirin.”   Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li her bajarê ku bidestxistin xebatên ‘Bîstanên komun yên Jinan’ didomînin. Di bîstanan de li gorî taybetiyên herêmî fêkî û sebze tên çandin.   Heta niha li 25 bajarî 28 ‘Bîstanên Komun yên Jinan’ hat avkairin. Li taxa Uçkuyu ya Yenîşehîr a Amedê jî bîstan hat çandin.  Li Nevbahçe li ser 7 donim erd berhem hatin çandin. Di bistan de 10 jin dixebitin.   Jinan diyar kirin ku xebata di nav bîstan de ji bo wan başe.   ‘Di komunê de piştevanî heye’   Mevlude Ozdemîr got sibehê zû tên nav bîstan û got: “Em çape, avdan û paqijiya bîstan dikin. Em hemû karê xwe bi hev re dikin. Li vir piştevanî û yekitî heye. Hevalek me neyê em li şûna wê dixebitin. Em xebata xwe bi kolektîf dimeşînin. Ji bo jinan derfetên wisa girîngin. Hêviya me ev e ku xebatên wisa zêde bibin û bidomin.”   Cara yekemîn di bîstan de dixebite   Zînet Pehlîvan diyar kir ku xebatên wisa girîngin û got: “Ji bo jinan aborî girînge. Em butçeya xwe ava dikin û hewceyê kesî nabin. Em kêfxweşin. Em bi hev re dixebitin. Divê ev xebat mezin bibin. Divê jin piştgiriyê bidin hev.”   ‘Piştî 30 salan şûnde dixebitim’   Emîne Akyol jî da zanîn ku beriya bizewice li gundê xwe bi malbatê re bîstan diçandin û got: “Piştî 30 salan şûnde yekem car di bîstan de dixebitim. Xebat xweşe. Ji bo tenduristiya min bîstan başe. Em bîstanê komun wek karê xwe dibînin. Em xwediyê karê xwe ne. Patron tune. Em bixwe diçînin û bixwe berheman radikin.  Her tiştê me koleketîfe. Şaredarî alîkariyê dide me. Em jin divê her derfetê bikar bînin. Bîstan ji bo jinên li malê rudinin derfetek başe. Em li vir ji stresê dur dikevin. Divê li her taxê  bîstanên wisa hebin.”   Semîra Sumer jî diyar kir ku dema tê bîstan her derdî jibîr dikin û wiha dirêjî dayê: “Moralê me tê cih.Em ji hev re dibin alîkar. Divê em xebatan mezin bikin. Divê li her qadê bîstanên komun hebe. Em vê dixwazin. Jin li vir bi kolektîf dixebitin.”