‘Serokê me azad nebe aştî ne pêkan e’ 2026-08-02 09:03:11   ÎZMÎR- Jinên der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivîn, diyar kirin ku ew di daxwaza aştiyê de bi israrin û gotin aştî girêdayê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.   Di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanda destpêkir re salek û nîv derbas bû. Tevî vê desthilatdariyê hîna gaveke şênber ya ku zemîna qanûnî û hiqûqî ava bike navêtiye. Yek ji gavên girîng ên di alî pêvajoyê de ‘qanûna mayînde’ bû û tê payîn ku bê meclîsê   Jinên li Îzmîrê dijîn der barê pêvajoyê de axivîn.   Jina bi navê Nuran Tutak da zanîn ku destpêkirina pêvajoyê xweşe û wiha got: “bi salane ji Kurdan re dibêjin ‘wê ev bê kirin wê wisa bêkirin’. Lê mixabin tiştek nehat kirin. Encamek bê girtin wê baş be. Divê mafên Kurdan bên dayîn. Em li dîrokê dinêrin, Kurdan her tim têkoşîn ji bo vê axê daye. Kurd jiyanek azad dixwazin. Lê mixabin her tim hatine înkarkirin. Divê Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Ev ne tiştên zehmetin. Hêvîdirim em encamekê bigirin. Bila aştî pêk bê.”   Bediye Yagiz jî wiha anî ziman: “Nefret û newekheviya li hember Kurdan didome. Em şer naxwazin. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Divê Abdullah Ocalan bê berdan û gerîla bên siyasetê bikin. Kurdan pir eziyet kişand. Îşkence lê hat kirin. Tevî her tiştî em aştî û wekheviyê dixwazin.   Turkan Kaya:Bila aştî pêk bê û dayikên gerîla negirîn. Em bi hev re jiyanek xweş û azad dixwazin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Ez dayika şehid im. Hêvîdarim em ê bigihêjin serkeftinê.   Sultan Sayin diyar kir ku ew ji bo gelê xwe têdikoşin û ev tişt got: “Bersivê nadin banga me. Em aştiyê dixwazin. Derdê me azadiya serokê me ye. Ev tunebin wê aştî çawa be?  Zarokên me girînge. Divê bên berdan. Divê wekhevî hebe.”   Asya Dogan jî diyar kir ku  çek şewitîn lê hîna dewletê gav navêtiye û wiha pê de çû: “Bila êdî aştî pêk bê. Em azadiya serokê xwe dixwazin.”   Ferîha Akan diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û divê hemû girtî bên berdan, dewlet ji bo aştiyê gavan bavêje.   Saîde Acar jî daxuyakirin ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û divê dewlet gavan bavêje, deriyên girtîgehan vebike.   Suphiye Ayani jî diyar kir ku ew aştî, azadî, wekhevî û hemû mafên xwe dixwazin.