Talîban zextên li ser jinan didomîne:Jinek hat binçavkirin 2026-07-14 21:28:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê jina bi navê Hatîra Camî ya afirînera naveroka medyaya dîjîtal û firoşkara pirtûkên virtual e, ji aliyê Talîbanê ve hatiye binçavkirin.   Li gorî agahiyên ji bajara Heratê ya Efganistanê hate wergirtin, afirînera naveroka medyaya dîjîtal û firoşkara pirtûkên virtual Hatîra Camiya hefteya borî ji aliyê Talîbanê ve hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, der barê cihê ku Hatîra Camî lê tê ragirtin û rewşa wê ya tenduristiyê de tu agahiyên fermî nehatin parvekirin. Her wiha hate ragihandin ku hemû wêne û vîdyoyên li ser hesabê wê yê Instagramê hatine rakirin.   Berê jî rastî gefan hatibû   Parvekirinên hesaba Hatîra Camî nêzî hefteyek berê rawestiyabûn. Her wiha hate ragihandin ku beriya were binçavkirin têkildarî rawestandina xebatên xwe de hişyarî dayê. Çavkaniyan, diyar kirin ku Hatîra Camî, gelek caran ji ber çalakiyên xwe yên medyaya dîjîtal ji aliyê Talîbanê ve ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin û rastî gefan hatiye.   Ji aliyê Talîbanê ve hate astengkirin   Hatîra Camî ya xwendekara beşa sosyolojiyê ya Zanîngeha Heratê, piştî ku Talîbanê perwerdehiya zanîngehê ji jinan re qedexe kir, dest bi firotina pirtûkan a li ser înternetê kir. Piştre jî bi çavkaniyên xwe li Heratê kafeyek bi navê "Black Cafe" vekir û ji bo ku jin pirtûkan bixwînin, bicivin û civakî bibin qadek vekir. Lêbelê, hate ragihandin ku Talîbanê karûbarên kafeyê jî rawestandiye.   Hatîra Camî ya nêzî 90 hezar şopînerên wê hene, hesaba xwe ya Instagramê ji bo teşwîqkirina  çanda xwendinê û têkilî dayîna bi şopînerên xwe re bikartanî