Şahidiya merasîma dîrokî kir: Ji bo baweriyê divê deriyên Îmraliyê vebibin 2026-07-13 09:04:01   Berîtan Tunç   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruze Kurt a tevli merasîma şewitandina çekan bû wiha got: “Divê dewlet gavê babêje. Heta deriyên Îmraliyê venebin, tu kes baweriya  xwe bi pêvajoyê nayne.”   Di çarçoveya pêvajoya bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de ki bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û komeke gerîla di 11’ê Tîrmehê de  li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmanî ya Herêma Federal a Kurdsitanê bi merasîmekê çekên xwe şewitanidn. Tevî di ser merasîmê re salek derbas bû jî  hîna desthilatdariyê tu gavek navêtiye û sererastkirinek qanûnî nekiriye.   Di şer de du zarokên wê hatin qetilkirin   Dayika Aştiyê Peyruze Kurtşahidiya merasîmê kir. Peyruze Kurt di şer  de du zarokên wê jiyana xwe ji dest dane. Peyruze Kurd şahidiya xwe ya merasîmê ji JINNEWS’ê re vegot.    Şahidiya merasîma dîrokî kir   Peyruze Kurt daxuyakirin ku dema çûne Silêmaniyê hêviya aştiyê jî mezin bûye û wiha got: “Bi pêşengiya jinan 30 gerîla hatin qadê. Hemû komeleyên Kurd Tirk, leşkerên Amerîkayê amade bûn. Heval hatin. Daxuyanî xwendin. Çekên xwe bi îradeya xwe şewitandin.”   ‘Em teslimiyetê qebûl nakin’   Peyruze Kurt destnîşan kir ku salek di ser merasîmê re derbas bûye û got: “Hîna ji me dipên ku em teslîm bibin. Bi zimanekî ku dixwazin tasfiye bikin diaxivin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne zimanê aştiyÊ ye. Ji be vî zimanî bi kar tînin bawerî jî namîne. Kurd Ji vê bawer nakin.”   ‘Em aştiyê dixwazin’   Peyruze Kurt axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev gel rastî gelek qirkirinan hat. Em her tim naxwazin vê bînin ziman. Tevî van em bi hêvî aştiyê dipên. Bila dayikên Tirk û Kurd negirîn. Êdî bes e. Yekane daxaza me aşti ye. Bila zarokên me nemirin. Bila aştî bê û hemû dayik bigihêjin zarokên xwe. Divê dewlet gavê bavêje. Bi hêza serokatiyê 24 saetan çek hatin şewitandin. Tevgerê xwe fesh kir.Bi gotina serok kongre kom bû. Biryar hat dayîn. Ji îro pêve divê deriyê Îmraliyê bên vekirin.”   Mijara sedsalî   Peyruze Kurd destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgisrêka sedsalî ye û ev tişt anî ziman: “Pêvajo bi nirx e.Me destê aştiyê dirêj kir. Gavên ku tevgerê avêtin hêviya me mezin kirin. Hêzên xwe ji qadên şer vekişand.Zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Em kêfxweşin ku ji vir şûnde wê cenaze ji malên kesî dernekevin. Her wiha divê qanûna bingehîn  jî bi fikrên hevpar bê derxistin.Divê di qanûna bingehîn de maf û hiqûq hebe. Em di pêvajoyek krîtîk de ne. Divê meclîs nekeve betlanê. Divê deriyên meclîsê vekirî bin û xebat û peywir bidomin.”