Jin di kargeha 'Azadbûna Zayenda Civakî' de hatin gel hev 2026-07-02 15:40:51   AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo hişyarkirin û bihêzkirina jinan de li Navenda Jiyanê ya Jinan a 500 Evlerê, kargehek bi navê “Azadbûna Zayenda Civakî” lidarxist û gelek jin tê de hatin gel hev.   Di kargehê de ku li ser bingeha parvekirina ezmûn û tecrubeyan hat avakirin, gelek mijarên girîng ên di warê civakî de hatin nîqaşkirin.  Beşdar bi taybetî li ser xalên rolên zayenda civakî; rêgez û qalibên ku civakê li ser jinan ferz kirine û bandora van rolan a li ser jiyana rojane, astengiyên li ber îradeya jinê; sedemên bingehîn ên ku rê li ber jinan digirin da ku di biryargirtinê de nebin xwedî gotin, kedxwarî û pergal; bandora keda nexuyayî ya jinê, kedxwariya aborî û nêzîkatiya pergala heyî ya di mijara edaletê de, nîqaş kirin.   'Em ê hevgirtina jinan berfirehtir bikin'   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê destnîşan kir ku ev xebat tenê gavek e û da diyarkirin ku ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî û îradeya jinê di her qada jiyanê de bibe xwedî biryar, ew ê xebatên xwe bi biryardarî û bê rawestan bidomînin.   Her weha hat destnîşankirin ku armanca wan a sereke, xurtkirina tora hevgirtinê ya di navbera jinan de ye daku di her warî de bibin piştgirên hev.