Du zarok li ber avê çûn: Yek mirî hat dîtin yê din winda ye 2026-06-30 10:52:00   BEDLÎS - Ji sê birayên ku li gundê Kerhu yê navçeya Mutkiyê ketin çem Enes Şeflek jiyana xwe ji dest da,  lêgerîna ji bo Azîz Şeflek berdewam dike.   Fatih Şeflek (13), Azîz Şeflek (12) û Enes Şeflek (11) piştî ku li gundê Kerhu yê navçeya Mutkî ya Bitlîsê ketin çem da ku xwe hênik bikin li ber avê çûn. Bavê wan Bakir Şeflek yê ku rewş ferq kir, ket çem û tenê karibû Fatih û Enes Şeflek derxist peravê çem. Lê li gel vê jî Enes Şeflek jiyana xwe ji dest da û Fatîh Şeflek jî rakirin nexweşxaneyê dermankirina wî didome. Ji bo Azîz Şeflek ê ku nehat dîtin jî lêgerîn berdewam dike.