Festîvala Zîlan a 21'emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat 2026-06-29 12:40:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.   Festîvala Zîlan a Jinan a 21'emîn li Parka Albany a li paytexta Îngilistan Londonê pêk hat. Di festîvalê de ku bi dirûşma "Dem dema jinan e" hate lidarxistin, têkoşîna aştî, civaka demokratîk û azadiyê ya jinan hate destnîşankirin.   Li qada festîvalê standên nivîskaran, rêxistinên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin danîn. Jin û ciwanên Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bûn.   Festîvala îsal diyarî Rojbîn Amara û Denîz Çiya hate kirin ku li Helebê şehîd bû. Li qada festîvalê wêneyekî mezin ê Zeynep Kinaci (Zîlan) hate daliqandin. Li gel standên ji xwarina herêmî, deq û kincên Kurdî her wiha ji bo zarokan jî qadên lîstikê hatin amadekirin.   Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.   Piştre endama Meclîsa Jinan a Jiyan Avaşîn Tetwan axivî û anî ziman ku jin ne tenê li ber xwe didin, jin êdî veguherîne wê hêzê ku jiyanê jinûve ava dikin, civakê vediguherînin û aştiyê ava dikin.   Tetwan di şexsê Zîlan de jinên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet û minet bi bîr anî.   Her wiha anî ziman ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratî ji bo jinan di asta jiyanî de girîng e û destnîşan kir ku jin hêza herî bingehîn a civaka demokratîk e. Tetwan got, "Dengê ku em îro ji Londonê bilind dikin parçeyek ji vê têkoşînê ye. Niha dema jinê ye, niha dema mezinkirina aştiyê ye, dema avakirina civaka demokratîk e.   Piştre Koma Govenda Jinên Kurd a Ciwan hunera xwe pêşkêş kir. Koma Erebaneyê ya Jinan a di bin Sîwana Meclîsa Jinan a Jiyan bi hunera xwe bal kişand.   Di çarçoveya festîvalê de hunermned Olcay Bayir bi Kurdî û Tirkî stranên xwe got.   Her wiha peyamên piştevaniyê yên rêxistinên çep, şoreşger, saziyên Elewiyan û komeleyên herêman hate xwendin. Hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê divê bi ruhê berxwedanê yê Zîlan bê mezinkirin.   Bi navê enternasyonalîstan Îda axivî û anî ziman ku li seranserê cîhanê şer, patriyarka, kapîtalîzm û emperyalîzm bûye sedema hilweşînên mezin û hêviya herî xurt a li hemberî vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinan e.   Bi navê Tevgera Jinên Kurd jî siyasetmedar Sebahat Tûncel axivî. Sebahat Tûncel diyar kir ku derbasbûna ji têkoşîna çekdarî be bi siyaseta demokratîk tenê guhertineke rêbazê nîne û ragihand ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk perspektîfeke rêxistinbûna jiyaneke sosyalîst, demokratîk û nû ye.   Sebahat Tûncel diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi guhertinên qanûnî bi ser nakeve û destnîşan kir ku ya azadiyê mayinde bike ew e ku gel li her devera lê ye jiyana komînal û demokratîk bi rêxistin bike.   Piştî xaftinan hunermned Lale Koçgun û Kewê derketin ser dikê.   Li qada festîvalê silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate şandin û banga bicihanîna mafê hêviyê hate kirin.