‘Biryara tahliyeyê siyasî ye’ 2026-06-26 09:04:10   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Komeleya Ewil Zarok û Jin  parêzer Arzu Sena Topuz der barê doza H..K..G de axivî û got: “Ev biryar atahliyeyê biryara sîparîşê ye. Yanî tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Biryarek siyasî ye. Em ê şopdarên dozê bin.”    Damezrînerê Weqfa Hîranur ya girêdayê Cemaata Îsmaîlaga, Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe H.K..G di 6 saliya wê de bi endamê tarîkatê Kadîr Îsteklî re bi mehra melê  zewicand û zarok rastî destdirêjiya sîstematîk hatibû. Destdirêjiya sîstetmatîk di 2022’an de derket holê. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Anadolu ya Stenbolê ve hat destpêkirin de îdinamae hat amadekirin û di 30’ê cotmeha 2022’an de temam bû.   Îdianame   Piştî qebûlkirina îdianameyê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî di 15’ê Kanûna 2022’an de hatin girtin. Di runiştina yekemîn a 30’ê Çileyê 2023’an de, runiştina biryarê jî  di 23’ê cotmeha 2023’an de hat dîtin. Li Ziya Gumuşel 20 sal, li Kadîr Îsteklî 30 sal li dayik Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh ceza hat birîn. Di darizandina ewil de cezayên hatin dayîn kêm hatin dîtin û ji aliyê 20’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Stenbolê ve hat xirakirin. Di darizandina nû de ji bo girtina Fatima Gumuşel a fîrarî biryara girtinê hat dayîn, li Yusuf Ziya Gumuşel 18 sal û 9 meh li Kadîr Îsteklî 36 sal ceza hat birîn.   Hat tahliyekirin   Li ser îtîraza parêzerên Yusuf Ziya Gumuşel a bi hinceta ‘rewşa tenduristiyê’, Yusuf Ziya Gumuşel di 17’ê hezîranê de hat tahliyekirin. Jinan li dijî vê bertekên xwe li her derê nîşan dan.   Endama Kmeleya Ewil Zarok û Jin parêzer Arzu Sena Topuz ku doza H.K.G dişopand der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî. Arzu Sena Topuz da zanîn ku biryara di çarçoveya dozê de hatiye dayîn her tim tê dayîn û got: “Darizandinê berdewam dikir, bi  biryarek suprîz gumanbar hat tahliyekiririn.  Em dikarin bêjin ku ev biryara tahiyeyê biryareke sîparîşê ye. Ev ne biryreke hiqûqî ye, ev biryareke sîparîşkirina siyasî ye.Daxistina cezayan û rakirina tedbîrên parastinê bêcezahiştinê diafirîne. Bi vê re jî tifaqa tarîkat-desthilatdariyê qada destnedanê diafirîne.”   Dosyayên tarîkatê   Arzu Sena Topuz daxuyakirin ku di dosyayê ku tehdîd û tundî her tim heye de, ger biryara girtinê neyê dayîn mexdur raste rast hedef tên girtin û wiha bi lêv kir: “ Di pêvajoya dozê de tedbîrên parastinê rakirin û biryarên tahliyeyê, bêguman bêrewlebûnê diafirîne.  Dema biryarên girtinê neyên dayîn mexdur dikevin bin zextan. Bi taybet jî di dosyayên îstîsmarê yên girêdayê tarîkatan de ev tê dîtin.”   Xeta têkoşîna rêxistinkirî   Arzu Sena Topuz anî ziman ku di dosyayên wisa de tedbîrên parastinê pêk nayên û wiha dirêjî dayê: “Tabloya hatiye jiyîn têkiliya di navbera tarîkat, siyaset û darazê de nîşan dide. Ji ber pegaleke parastinê ya giştî tune ye mexdur ji tahliyeyan agahdar nabin. Dema mexdur agahdar dibin û ji dewletê parastinê dixwazin jî bersivekê nagirin. Piştî gumanbar dertên derve jî agahiyên kuştinên jinan tên girtin. Divê em li dijî vê têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin.”