Xelkê Kobanê li dij komkujiya Helincê û Kobanê meşiyan 2026-06-24 13:42:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Kobanê ji bo 11’emîn salvegera komkujiya Kobanê û 6’emîn salvegera komkujiya Helincê meşek girseyî pêk anîn.    Çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Hezîrana 2015’an de komkujiyeke hovane li bajarê Kobanê û gundewarên wê pêk anî ku di encamê de zêdetirî 200 zarok, jin û extiyar hatin qetilkirin. Di heman mehê de di 23’ê 2020’an dewleta tirk bi balefireke bê mirov komkujiyek li gundê Helincê pêk anî ku rêveberiyên Kongra Star  Zehra Berkel û Hebûn Xelîl, her wiha dayîka Emîne Weysî qetil kirin.   Îro Kongra Star ji bo salvegera herdû komkujiyan meşeke girseyî birêxistin kir. Bi sedan jin û gelê Kobanê tevlê meşê bû. Meş ji gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê destpêkir û li cihê bûyera komkujiya Helincê rawestiyan.   Jinan bê navber drûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin û li ber cihê bûyerê sozên xwe nû kirin. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl di meşê de axivî û teqezkir ku ew ê bê navber bîranên hevrêyên xwe zindî bihêlin û keda wan bighînin serkeftinê.