Cerdevanên gumanbar ên tundî li jinan kiribûn hatin berdan 2026-06-21 21:52:05 ŞIRNEX- Li navçeya Qilebanê du cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn, piştî binçavkirinê hatin berdan. Hat îdiakirin ku her du kes bi daxwaza Waliyê Şirnexê hatine berdan. Li navenda navçeya Qileban a Şirnexê di dîmenên derketine holê de tê xuyakirin ku cerdevanê berê Abdullah Alturk û cerdevan Cevat Rustemoglû tundiyê li ser 2 jinan pêk tînin. Piştî bûyerê cerdevanên tundî li ser jinan pêk anîn hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Li gor îdiayan cerdevanên hatine binçavkirin li ser daxwaza Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîncî piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatine berdan.