Li ber Konseya Ewropayê bang kirin: Divê Birêz Ocalan azad be 2026-06-09 17:42:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên Kurdistanî bi daxuyaniyeke li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) bang li Komîteya Wezîran a KE’yê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan tavile “mafê hêviyê” nas bikin.   Di çarçoveya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di navbera 9-11’ê Hezîranê de, siyasetmedarên Kurdistanî ên di însîyatîfa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de cih digrin, li pêşiya Konseya Ewropayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan “mafê hêviyê” were naskirin. Her wiha bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.   Biryar hatin bibîr xistin   Li ser navê komîteyê siyasetmedarê Kurd Hişyar Ozsoy daxuyaniyê xwend û wiha got: “Em îro li vir in ku rola kilîd a Abdullah Ocalan ji bo aştiyê nas bikin û destnîşan bikin ku ji bo bi rêya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd aştî were pêkanîn, divê Abdullah Ocalan azad bibe. Di ser biryarên DMME’yê de 12 sal derbas bûye. Di vê biryarê de hatibû hikmkirin ku cezayê muebetê yê girankirî li dijî qedexeya êşkenceyê ye û divê Tirkiye mafê hêviyê bide Ocalan û hemû girtiyên din ên ku di heman şert û mercan de têne girtin. Lê 12 sal in tu guhertin nehate kirin. Di Îlona 2025’an de Komîteya Wezîran heta dawiya 2026’an dem da Tirkiyeyê ku Plana Çalakiyê pêşkêş bide ku diyar bike ku wê “mafê hêviyê” çawa pêk bîne.”   Dem krîtîke   Hişyar Ozsoy wiha dirêjî dayê: “Dem krîtîk e û divê bikevin tevgerê. Bêtevgerbûn, xwedî xeteriya ji dest dayîna firsenda aştî û demokrasiyê ya herî girîng a dehan salan e. Di doza Abdullah Ocalan de naskirina “mafê hêviyê” wê ji bo bidawîkirina rejîma tecrîda girankirî û û avakirina zemînekî hiqûqî ya ji bo berdana Abdullah Ocalan, bibe gavekî ewil a girîng. Ev tenê bandor li ser doza Abdullah Ocalan neke, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên ku di heman çerçeveya hiqûqî de têne girtin, gavekî berfirehtir ji bo demokratîkbûn û xurtkirina dewleta hiqûqê temsîl bike.Di cîhanekî ku pevçûn û şer bi lez belav dibin de, Abdullah Ocalan dengê aştiyê ye. Ji sala 1993’an ve gelek caran û herî dawî bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a di 2025’an de, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd armanc kiriye û her tim ji bo aştiyê xebitiye. Bi milyonên Kurdên li çar aliyên cîhanê wî  wekî serok û nûnerê xwe yê rewa dibînin; gelek navên ji aliyên cuda jî rola wî ya muzakerevan a di pêvajoya heyî de qebûl bikin.”   Azadiya fîzîkî wê çareseriyê bîne   Hişyar Ozsoy wiha dawî lê anî: “Îro jî 82 xelatgirên Nobelê tevlî vê bangê bûn; nameyek ji bo naskirina mafê hêviyê û qebûlkirina rola Abdullah Ocalan wekî pêkanîner û dengê aştiyê û her wiha wekî aktorekî navendî ya çareseriya pirsgirêka Kurd, şandin. Em îro di demeke krîtîk de ne ku pêşeroja civaka Kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, wê diyar bibe. Ji bo ku Abdullah Ocalan di pêvajoya dewam dike de rola xwe bi awayekî azad bi cih bîne û ji girtîgehê were berdan, divê şert û mercên pêwîst bên avakirin. “   Daxwaz wiha hatin rêz kirin:   “Tavile pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di 2014’an de û naskirina “mafê hêviyê”.   Xurtkirina kontrol û zexta siyasî ya Komîteya Wezîran li ser Tirkiyeyê; ger hewce bê dîtin pêkanîna  prosedurên binpêkirinê.   Azadiya Abdullah Ocalan û pêkanîna tevlîbûna wî ya tam ji bo pêvajoya aştiyê.”   Divê mafê hêviyê pêk were   Siyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr jî biryara DMME’yê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi bîr xist û anî ziman ku divê tavile ev biryar were pêkanîn.   Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku divê dawî li tecrîda 27 salan were anîn û wiha got: “Em dixwazin ku ev biryarên ku hem ji aliyê DMME û hem jî ji aliyê Komîteya Wezîran a KE’yê hatine girtin, were pêkanîn û bi diyalogê şert û mercên çareseriya siyasî were avakirin.   Siyasetmedar Musa Farisogullari jî anî ziman ku tevî dema ser derbasbûyî jî hîna ne pêkanîna biryarên DMME’yê nayê qebûlkirin.   Her wiha wê sibê bi pêşengiya KCDK-E û ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê jiyan dikin, ji bo ji aliyê Komîteya Wezîran a KE’yê tavile naskirin û pêkanîna mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan, meş û mitîng were lidarxistin.